Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
okan bayülgen - tirşik
okan bayülgen
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kurê (bijiyê) magazînê ye lê bavê xwe înkar dike.

popûlîst e lê popûlîzmê înkar dike.

carina faşîst e lê faşîzmê înkar dike



bernameyên wî carina tên temaşekirin, bi taybetî dema navdarên tirkiyê vexwîne bernameyê û wan rezîl bike... lê dîsa jî ne kesek hêja ye ku mirov serê xwe pê biêşîne û gotinên wî cîdî cîdî bifikire û binirxîne. maskoteke temaşekirinê ye û hew!



03.10.2013 00:21 | simurg56

2. neviyê elmalılı muhammed hamdi yazır e.. hûn ê bêjin ew kî ye? camêr di dewra atatürk de li ser daxwaz an fermana atatürk bi ser navê serokatiya karûbarên diyanetê tefsîreka quranê bi navê hak dini kur'an dili yanî zimanê qurana dînê heq amade dike.. heta îro jî diyanet li gorî vê tefsîrê fitû û fermanan dide.. ez vegeri ser okan bayûlgen qeşmereke ne tiştek din.. kurê popûlîzmê ye.. bi hît û pesn û zirt û fortan diji.. rojekî ji devê yekî lefza siya te xwar e bibhîze wê ji qehra bisekite..



03.10.2013 01:35 | endazer

3. qet komîk nîn e

hama bê hemdê xwe be jî careke tenê li wî nekeniyame, yahû mariv hem qet komîk nebe û ewqas jî navdar û meşhur be?

gelek balkêş e mesala beyaz jî qeşmerekî xwedê ye lê dema bernameya wî vedikim carinan têra xwe dikenim lê okan bi kêrî serê pîvazê jî naye



06.03.2015 20:26 | ferhenga şikestî

4. Kesê ku dema min li tirşikê sernivîsa wî dît min got qey ji hdpê bûye namzetê namzetiyê *



06.03.2015 20:32 | brusk56

5. qasî serê derzîkî jî xweşa min jê re naçe, lê merivekî jîr û jêhatiye. ji ber ku rewşa derûnî ya mirovên dewleta tirk baş fêhm kiriye. bi vî avayî bi tinazan ve û bi bêrûmet kirinan ve rêjeya heyranên xwe û nasyariya xwe zêde dike. xêncî wê rêjeya temaşevanên xwe jî zêde dike. tinazan ji mirovan dike, paşê ew û kesê tinaz jê kir bi tev dikenin. wek tişta ku demekê sînemaya yeşilçamê ji kurdan re dikir... di wan sînemayan de tinaz ji kurdan dikirin, lê mixabin ew rewş herî zêde xweşa kurdan diçû. wan çiqas zêde tinaz ji me bikirana, em ew qasî zêde dikeniyan.



07.03.2015 11:20 | nazim tolhildan

6. bi awayeke ne fermî, piştî çalakiyên geziyê û gotinên wî yên di derbarê geziyê de, ji aliyê ciwaniya li ekşisozlukê ve hat afarozkirin.

êdî hema bêje kes behsê nake û lê temaşe jî nake.



07.03.2015 11:24 ~11:24 | simurg56

7. Em televîzyonê temaşe dikin;

Dayika min: he ew î pirç veke.
Ez: Ew î pirç?
Dayika min: Erê da jê re dibên medya maymunu û niza'm çi!
Ez: peyyy erê tu behsa Okan Bayûlgen dikî.



11.03.2018 22:12 | jifêzagorda

8. diya min di got "ka li ser vî bibe. zilameke çavqehp" e!



12.03.2018 17:01 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» okan bayülgen

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî