Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 4 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gotina rojê
    peyamên çepikkirî

    1. Gotinên navdaran yên ku wê her roj( heya ji dest hat) yek were nivîsîn an wergerandin.

    Li vê gilêşgeha bêhnpêketî ku navê wê dinya ye, ji bilî hezkirina dayikê, her tişt şikdar û gûmanbar e. james joyce



    2021.01.02-21:35 | tîrêj zana 21

    2. Hûn tev jî dizanin ku li vî welatî pere jî, ax jî, zagon jî, fikr jî, bawerî jî... Hema her tişt ji sermayedaran re xizmetê dikin. karl marx



    2021.01.03-18:20 | tîrêj zana 21

    5. Ji min re behsa dînê xwe meke. Bihêle ez wê di liv û tevgerên te de, di têkiliyên te de û di civaka te de bibînim! cory booker



    2021.01.04-20:17 | tîrêj zana 21

    6. Heta şiyar nebe şêrr,azad nabe deşta mêrxas.



    2021.01.04-20:37 | rodem

    8. di aştiyê de kur bavan binax dikin, di cengî de jî bav kuran binax dikin. heredot



    2021.01.07-23:06 | keyomerd

    12. zihn ne beroşeke divê bê dagirtin e, agirekî divê bê vêxistin e. plutarkhos



    2021.01.09-16:02 | keyomerd

    16. Heger tu " bixwazî " ew ne xeyal e. theodor herzl



    2021.01.20-01:21 | tîrêj zana 21

    18. Kesên tirsonek beriya mirinê çendîn caran dimirin, lê mirovê wêrek, tenê carekê mirinê tehm dike. shakespeare



    2021.01.30-22:42 | tîrêj zana 21

    19. "Ji pişîkê re gotin gûyê te dermane, pişîkê çû xwelî avête li ser"



    2021.01.31-06:27 | kurêbavêxwe

    20. Heke bala xwe nedinê, hûn ê bi saya medyayê ji zaliman hez bikin, ji mezlûman jî nefret bikin.

    (bnr: the autobiography of malcolm x)
    (bnr: malcolm x)



    2021.02.17-22:25 | yûsiv