1. Gotinên navdaran yên ku wê her roj( heya ji dest hat) yek were nivîsîn an wergerandin. |
|
2021.01.02-21:35 |
tîrêj zana 21
![]() |
2. Hûn tev jî dizanin ku li vî welatî pere jî, ax jî, zagon jî, fikr jî, bawerî jî... Hema her tişt ji sermayedaran re xizmetê dikin. karl marx |
|
2021.01.03-18:20 |
tîrêj zana 21
![]() |
3. gerdûn bi du tiştan ronî dibe |
|
2021.01.04-17:47 |
keyomerd
![]() |
4. Îro di nûçeyan de mêrikek digot ; |
|
2021.01.04-19:26 |
xemakê
![]() |
5. Ji min re behsa dînê xwe meke. Bihêle ez wê di liv û tevgerên te de, di têkiliyên te de û di civaka te de bibînim! cory booker |
|
2021.01.04-20:17 |
tîrêj zana 21
![]() |
6. Heta şiyar nebe şêrr,azad nabe deşta mêrxas. |
|
2021.01.04-20:37 |
rodem
![]() |
7. Şêweya şaş, kujerê gotina rast e. sadî Şîrazî |
|
2021.01.05-23:19 |
tîrêj zana 21
![]() |
8. di aştiyê de kur bavan binax dikin, di cengî de jî bav kuran binax dikin. heredot |
|
2021.01.07-23:06 |
keyomerd
![]() |
9. Zana, dike. Kêmzana, şîretan dike. Nezan, rexne dike. Bêkêr, kurtepista dike. |
|
2021.01.07-23:46 |
tîrêj zana 21
![]() |
10. ger ya tu dixwazî neqewime tu diêşî, ger ya tu naxwazî biqewime dîsa tu diêşî, hetta tiştê tu dixwazî biqewime jî dîsa jî tu diêşî; çimkî rîsk heye ku tu wê ji destî bidî. zihn tîştekî wisa teşqele ye. dixwaze ji guherînê azad bibe. ji mercên jiyanê û ji mirinê azad bibe. lê guherîn qanûna jiyanê ye û tu çiqas ber xwe bidî jî tu naşêyî vê rastiyê biguherînî. sokrates |
|
2021.01.08-17:55 |
keyomerd
![]() |
11. Hezretî Elî Xwedê jê razî be ev çar kiryar dijwar e vedibêje: |
|
2021.01.09-07:35 |
bilbilê dilkul
![]() |
12. zihn ne beroşeke divê bê dagirtin e, agirekî divê bê vêxistin e. plutarkhos |
|
2021.01.09-16:02 |
keyomerd
![]() |
13. axaftina kêm zanatî, xwarina hindik saxî tîne. |
|
2021.01.15-15:02 |
simbêlqeytan
![]() |
14. Hêza berxwedana parastvanên azadiyê, ji hêza stemkaran xurtir e. malcolm x |
|
2021.01.16-20:28 |
tîrêj zana 21
![]() |
15. Tiştonek : |
|
2021.01.17-03:27 ~03:29]|
yaqûp
![]() |
16. Heger tu " bixwazî " ew ne xeyal e. theodor herzl |
|
2021.01.20-01:21 |
tîrêj zana 21
![]() |
17. Av diskin dijmin naskin . gotinên pêşîyan |
|
2021.01.20-14:22 |
yaqûp
![]() |
18. Kesên tirsonek beriya mirinê çendîn caran dimirin, lê mirovê wêrek, tenê carekê mirinê tehm dike. shakespeare |
|
2021.01.30-22:42 |
tîrêj zana 21
![]() |
19. "Ji pişîkê re gotin gûyê te dermane, pişîkê çû xwelî avête li ser" |
|
2021.01.31-06:27 |
kurêbavêxwe
|
20. Heke bala xwe nedinê, hûn ê bi saya medyayê ji zaliman hez bikin, ji mezlûman jî nefret bikin. |
|
2021.02.17-22:25 |
yûsiv
![]() |
![]() |
alfabeya soranî [3] |
![]() |
kovara kurdeçîrok [1] |
![]() |
nebûna keçikên henekoy [4] |
![]() |
mêrikê ku 9 sal berê li mala xwe miriye [3] |
![]() |
keskesor tv [1] |