Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
gotina rojê - tirşik
gotina rojê
(15) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gotinên navdaran yên ku wê her roj( heya ji dest hat) yek were nivîsîn an wergerandin.

Li vê gilêşgeha bêhnpêketî ku navê wê dinya ye, ji bilî hezkirina dayikê, her tişt şikdar û gûmanbar e. james joyce



02.01.2021 21:35 | tîrêj zana 21

2. Hûn tev jî dizanin ku li vî welatî pere jî, ax jî, zagon jî, fikr jî, bawerî jî... Hema her tişt ji sermayedaran re xizmetê dikin. karl marx



03.01.2021 18:20 | tîrêj zana 21

3. gerdûn bi du tiştan ronî dibe
yek hetav, ya din evîn e
george chapman



04.01.2021 17:47 | keyomerd

5. Ji min re behsa dînê xwe meke. Bihêle ez wê di liv û tevgerên te de, di têkiliyên te de û di civaka te de bibînim! cory booker



04.01.2021 20:17 | tîrêj zana 21

6. Heta şiyar nebe şêrr,azad nabe deşta mêrxas.



04.01.2021 20:37 | rodem

7. Şêweya şaş, kujerê gotina rast e. sadî Şîrazî



05.01.2021 23:19 | tîrêj zana 21

8. di aştiyê de kur bavan binax dikin, di cengî de jî bav kuran binax dikin. heredot



07.01.2021 23:06 | keyomerd

9. Zana, dike. Kêmzana, şîretan dike. Nezan, rexne dike. Bêkêr, kurtepista dike.
confucius



07.01.2021 23:46 | tîrêj zana 21

10. ger ya tu dixwazî neqewime tu diêşî, ger ya tu naxwazî biqewime dîsa tu diêşî, hetta tiştê tu dixwazî biqewime jî dîsa jî tu diêşî; çimkî rîsk heye ku tu wê ji destî bidî. zihn tîştekî wisa teşqele ye. dixwaze ji guherînê azad bibe. ji mercên jiyanê û ji mirinê azad bibe. lê guherîn qanûna jiyanê ye û tu çiqas ber xwe bidî jî tu naşêyî vê rastiyê biguherînî. sokrates



08.01.2021 17:55 | keyomerd

11. Hezretî Elî Xwedê jê razî be ev çar kiryar dijwar e vedibêje:

1- Di dema hêrsbûnê de lê borîn.
2- Di muhtacbûnê de dayîn.
3- Gava bi tenê bûnê de jî bi nefsa xwe karîn.
4- Li hemberî kesê menfeet jê bigihê rastiyê nîşan dayîn.



09.01.2021 07:35 | bilbilê dilkul

12. zihn ne beroşeke divê bê dagirtin e, agirekî divê bê vêxistin e. plutarkhos



09.01.2021 16:02 | keyomerd

13. axaftina kêm zanatî, xwarina hindik saxî tîne.

Dev ji xwe berdan karê nezanan, çi bê berê xwarin karê heywanan e.

-Elî Şîr Newaî

Gotineke têr û tijiye bi xwedê.



15.01.2021 15:02 | simbêlqeytan

14. Hêza berxwedana parastvanên azadiyê, ji hêza stemkaran xurtir e. malcolm x



16.01.2021 20:28 | tîrêj zana 21

15. Tiştonek :
Hîp hîp derî kîp. Ji bo mezel(gor)dibêjin derî kîp dibe û diha venabe.



17.01.2021 03:27 ~03:29 | yaqûp

16. Heger tu " bixwazî " ew ne xeyal e. theodor herzl



20.01.2021 01:21 | tîrêj zana 21

17. Av diskin dijmin naskin . gotinên pêşîyan



20.01.2021 14:22 | yaqûp

18. Kesên tirsonek beriya mirinê çendîn caran dimirin, lê mirovê wêrek, tenê carekê mirinê tehm dike. shakespeare



30.01.2021 22:42 | tîrêj zana 21

19. "Ji pişîkê re gotin gûyê te dermane, pişîkê çû xwelî avête li ser"



31.01.2021 06:27 | kurêbavêxwe

20. Heke bala xwe nedinê, hûn ê bi saya medyayê ji zaliman hez bikin, ji mezlûman jî nefret bikin.

(bnr: the autobiography of malcolm x)
(bnr: malcolm x)



17.02.2021 22:25 | yûsiv

21. "Min dixwest ku mêjiyê me şer bikin lê dibînim ku hûn bê çêk in".
~franz kafka



09.06.2021 13:21 | merwano

22. Dilê bêkesan, bi herkesî dişewite



05.11.2021 00:49 | tîrêj zana 21

23. Kor bi destê kor bigre, wê bikevin çalê.



23.12.2021 00:41 | tîrêj zana 21

24. Meşrûbûna tiştekî ne li gor başbûn an mafdarbûna wî ye. Belkî li gor hejmara kesên wî tişti dikin û dixwazin e.
tîrêj zana 21



03.01.2022 12:55 | tîrêj zana 21

25. bila çil sal di zindanan de bimînim
her roj sed mar û dûpişkan bibînim
li hevrazan ferên aşan bikişînim
li berwaran pezê kûvî biçêrînim
zivistanan li ber avan bimînim
ne ku carek yekê nezan bibînim



17.01.2022 22:02 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotina te yê tund ji bo dest pê kirina nivîsandina kurdî
» rojên derbasbûyî

Kategoriyên mijarê:: zimangotinepesiyan zimangotinepesiyan zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî