Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin - tirşik
di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin
(23) (7) (3)
di mijarê de bigere

2. tiştekî têra xwe normal û asayî ye.. ji ber ku ya yekê hejmara jinên xwende li gorî mêrên xwende di nava civaka kurd de gelekî kêm e.. ji nav wê hejmara jinên xwende de jî jinên kurdîaxêv û kurdînivîs gelekî kêm in.. û yên xwende û kurdînivîs jî ji ber ku kêm in kêm peyda dibin nadîde ne yanî têra xwe qurre û pozbilind in -şûr bisk û keziyên wan ên meqeskirî nabirre yanî- û bi xwe re nabînin li dereke wekê tirşikê binivîsin.. ji xwe yên dinivîsin jî têra xwe pitpitok û mizmizok û çîzçîzok in di destpêka her peyameka xwe de gazin û lomeyan dikin û dibêjin tirşik bûye wekê qehwexaneya mêran, nivîskarên tirşikê ziman û jargoneke zêde nêr bikar tînin, tam di tirşikê de nemaye êdî filan..



03.10.2013 01:24 | endazer

3. erê bavo dîsa ya sucdar jin e.

du heb bask ji te kêm in mêrxaso!



03.10.2013 13:01 | gulan

5. pirsgirekeke giringe.

ji hebûna vê pirsgirekê em dibînin ku hewceye ku kck dest li ser ferhengê deynê û qotaya wekhevîya jin-mer bînê. "swh"



03.10.2013 18:48 | saladin

6. bi ya min mêr ev qas diaxive, destûr nade jin biaxive*



03.10.2013 22:20 | gelawej

7. Kî/ke dibê nivîskarên jin kêm in qey ji bavê wan zêdetire bi vî awayî davêjin..eyb e şerm e fihêt e,ew çi tomete ku,win li wan dikin, hey malneşewîtyonên bereday, hey xwelîserên malxirab.hey xwedênestendiyonan,

Hew tenê qet fersendek nakeve destê wan hêjayan, têdî ew bi karên girîng re mijûl in ye ku, ji alîyen we nayê safîkirin.,ferz û mîsal; firaq şuştin, xalî dawşandin,paqij kirina mal û bermalê, û der û dorên hewşê..piştê wan karên zêrîn heger kêfa wan jî, li cîh be ye wek cengaweran werin ser kompûterê û şerê xwe bidominên hetanî bihîstina dengekî xurt: ''qiza kerê!! Bese, de ka rabe ser wi tiştê pîs û heram û ji minre qedehek ava cimîdî bine!''

Dawî da çi qewimî, çi bû ji şervanê me nizanim lê hema bû wek pisîkek û di nav pisa pisa xwe de bi ber alîye mutbexê da çû..

bi kurtî û kurmancî meseleya nivîskarên jinê tirşikê wisayê..



30.10.2013 14:39 | nunê

9. kêmayiya egera kêmayiya nivîskarên mêr e jî..

ez ji bo kê teklîfa nivîskariya tirşikê dibim pirsa ewil, tê de keçik hene ye?

ya baş em tirşikê bigirin û ji dêla tirşikê malpereka flortê ku tê de keç û xortên kurd bikaribin bi kurdî qutiya dilê xwe ji hev re vekin û qala ehl û iyalê xwe bkin, vekin..

ji xwe hingî problema di tirşikê de kêmayiya nivîskarên ji parçeyên din yên kurdistanê jî wê hell bibe..



19.12.2013 23:32 | endazer

10. li amerîka ji derên visa re dibêjin sausage fest.



20.12.2013 00:32 | saladin

11. kêmasiyeke başî û xerabiyên wê hene.

başiya wê: nivîskarên mêr bi hev re şer nakin li ser wan û tirşik wisa li ser lingan dimîne û di ber xwe dide.

xerabiya wê: ku jin bi kurdî nenivîse û neaxive û nexwîne kurdî mir tirşikvanino û dawiya me hat.



20.12.2013 00:35 | dijber

12. (bnr: ezuem)



20.12.2013 00:36 | ceso

13. îdîaya ku êdî ne rast e lew di van rojan de êdî nivîskarên jin jî ketine piyaseya tirşikê û dest bi bazirganiyê kirine. de ya bi xêr.



09.01.2014 03:50 | ceso

15. kêmasiya ku bi grafîkên îstatîstîkî jî hatiye pesendkirin;

https://www.tirsik.net/grafikzayend.php



02.02.2015 17:14 | simurg56

16. normal e. lewma jinên xwendevan kêm in, yên bi kurmancî dikarin bixwînin û binivîsînin kêmtir in. di tirşikê de jimara wan ji 5an derbas nake anacim.



03.02.2015 17:59 | diclefirat

17. li gorî îstatîstîkan, 85 kes in:

https://www.tirsik.net/grafikzayend.php



03.02.2015 18:01 | simurg56

18. Heyra ! De ka bila ewil ewil kurdîzanînên Jin /keç xwe li nezanîyê daneynin û bi Kurdî bipeyivin wê demê hijmara wan dê zêde bibe. Xwendekarên mêyîn kêm in loma hijmara wan jî hindik in.



03.02.2015 20:00 | pîlerka pîr

19. li gorî min ev ne tiştekî normale, ez bixwe li ser twîttirê bi qasî ku kurdînûsên mêr dibînim, ewqasî jî, jina dibînim.

lê helbet hejmara mêra zêdetir e (mixabin).Li vir jî tiştekî wilo heye lê ev ne normalê, divê hejmara jinan ji sedî nêzikî 35 wan ba ne :(

Here lînkê



02.05.2020 03:44 ~03:46 | merwano

20. kêmasiyek mezin e.
lê eger her tirşikvanek mêr destê dergistiya xwe bigre û bîne vir wê hejmara wan jî zêde bibe*



02.05.2020 04:55 | de facto hozan

21. sernavê ku min wekî "şaşiyên nivîskarên jin" fam kir.
(bnr: kêmbûna nivîskarên jin li tirşikê)



02.05.2020 14:11 | henûn

22. Heye ku sedema wê ev devên xeberok û dijûn be. Li cihekî ew qas behsa kîr û quza tê kirin, nivîskarên jin yê werin jî piştî li van nivîsa Nihêrî jixwe ewê birevin herin. Yên heta nih mane helal be ji wan re.



02.05.2020 14:22 | tîrêj zana 21

23. (bnr: ma jin qeliya ne?)



02.05.2020 14:29 | brzn

24. van rojên dawî dibe ku zêde bûne



08.06.2020 12:56 ~2021.04.28 04:00 | merwano

25. Jixwe keçên ku kurdî dinivîsînin pirr pirr kêm in. Divê pêşî çareseriya vê tiştê bibînin paşî ya tirşikê.
Û Tiştê ku min heta niha dîtiye hindiktirîn li ser tirşikê behsa zayendîyê dikin. Li ser malperên din heyloo.



08.06.2020 15:07 | yûsiv

26. Bi gelemperî mirovên endam kêm in. Sernivîs û mijar kêm û li ser turşikê jûrên sîyasetê jî li her hesî ne vekirîne



08.06.2020 19:08 | oceancr

27. éleqa kîr û quza pêv tinne .
li kuçan behsa kîr û quz tê kirin ma ?
helbet na !
vêga çima keçên me zêdetir bi tirkî dipeyivin ?
-modern xuya dikin
-hahh(kenê ji qûnê)



08.06.2020 19:23 | shwinsherm

28. qasî femînazîyên twitterê nebin jî hene.



08.06.2020 20:52 | ezcan

29. Kêmasiyek e.
(bnr: bila moderator endazer were guhertin)



09.06.2020 09:35 | cinorek


31. Hejmara me çiqas kêm jî be, em dîsa li vir in û dengê me bilind dibe. Hêvîya min ew e ku roj bi roj hejmara jinan li vir zêde bibe û peyamên xwe yî mîna kûlîlkan tirşika me bixemilînin...
Yên ku ez dibînim çalak in:
biaqila malê
navîgiranmezelîwêran
edd
ezcan
tizbîkêş
xemakê


Nîşe:
Ji bo Xwedê, gava we lînkê ekşîya tirka danî, berî ku yek bitikîne hişyarîyek binivîsîn. Heyfa tilîyên min ku ketime ekşîya tehl...



16.09.2021 22:34 ~23:52 | pîroz

32. Rewşekî asayî ye. hêjmara jinan li her cîhî li gorî mêran hindik e , hebin jî xwe mîna zilamên ji xwe zêde qayîl bîst û çar seetan dernaxin pêş ji ber ku wisa elimîne, wisa mezinbûne an jî derfet nabînin.
îro kêmasiyek li cem jinan hebe ew jî ji ber hişmendiya bavsalar e, ancax zilamên bê feraset , zilamên oportunîst yên nayê hesabê wan heqî û neheqî ji nav hev derxin wê heddê di xwe de dibînin û jinan bi tiştên wisa tawanbar dikin. Ji destpêkê vê jinan hefsî malan kirin , ji jinan re gotin "divê tu her tim xweşik bi , ji xeynî kinc û kiras û boyaxan derdê te nîne " û îro jî radibin bi tiştên wisa qaşo jinan biçûk dibînin. Ev dişibe têkiliya dagirker û bindestan. Hetta naşibe ew bi xwe ye. Çawa Tirk ji bo Kurdan dibêjin belengaz in nezan in lê sedem ew bi xwe ne ji xeynî xizaniyê tiştek ji me re nehîştine ev jî heman rewş e. Mêran jiyana jinan dagir kirine , dest û nigê jinan girêdane lê îro jî dibêjin çima jin ne li her qadî ne. Hûn meraq nekin ew serdem qediya êdî. Hêdî hêdî be jî em ê li her qadî li pêş bin û tiliya xwe têxin çavên zayendperestan. 



17.09.2021 09:45 ~09:57 | biaqila malê

33. pêşîyên me gotinek xweş ji rewşên wek a jorîn di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin/136743 bêpeywendî re peyda kirine: tir li ku das li ku

mijara me kêmbûna jinan li tirşikê ye lê hevala me çûye vê meselê bi koletîya hezar salî a jinê li mitbexê ve girêdaye. û hin gotinên din ên tên zanîn ser re kirîye. ê hevalgyan jinên ji mal dernakevin jî dikevin înternetê? heta ku zêdetir online in. mînak: axir niha mînak nedim lê yeke wisan heye li twitter :D ev jî vê gotina bêbingeh yekcar bêwesf dike. Heger astengek li pêşîya jinan bo xwendibê, gihiştina zanîn û ragihandinê hebe ev gotin dibû rast. lê tevî ku gelek tişt îdelojîk e, dîsa her tişt ne îdeolojîk e. tu neşêy her tiştê bi îdeolojî rave bikî. ango dibe ku îdeolojîyek din be. bo mînak tirşik.net bala jinan nakişîne ku bibin nivîskar. gaveke pêştir: bi berawirdîya méran zimanê kurdî ne ewqas li xema jinan e ku bixwînin û binivîsin. Lewma nayên tirşikê. An jî gelek sedemên din hene. Hasilî kelam dembaş *



19.09.2021 11:58 | hespêsor

34. Ne ji ber astengan e.
Ji ber ku hezar sal e hobî û xebat û erkên jinan li gor kêfa mêran hatiye hunandin. Tu dikare bêje "ma me destê jinan girtine bila werin li vir bin , bila hînî Kurdî bibin" hwd lê di bingeha ne çalakbûna jinan di warê xwendin û nivîsandin û parvekirina van tiştan de , ji dîrokê ve hepskirina li mitfaxan heye.  Her tişt girêdayî hev e. Jin li gorî mêran kêmtir li Kurdî xwedî derdikevin, bila. Sedema vê jî xwebaweriya wan kêm e, jixwe xwe mecbûr dibînin her tiştê xwe bi civatê bidin qebûl kirin û him ji ber civatê , him jî ber zilma ku li mala xwe dibînin bi awayekî xwe ji vî zimanî dûr dixin. "Yên li derve" her tim ji bo xwe baştir û qenctir dibînin. Gelo sedema vê çiye ? Îja ji ser vana tê rabe Kurdî binivîse, bixwîne û li tirşik netê an li cîhekî din binivîse.  Belkî peyamê de min Mijarê belawela kiriye hê jî dikim * Çimkî Jixwe ji peyama heval.jsshdhd ya digot "jin her tim înstagramê de ne" qeherîbûm çimkî kifş e ji ser vê "analîzê" jinan piçûk dîtiye, nêtek xerab tê de heye.

mijar tunebûna nivîskarên jin li ser tirşikê ye lê wekî jinek ez vê meseleyê bi gelemperî dixwînim. Hetta çi mesele were ber min ez  berê ji ser jinan ,dûre jî li ser Kurdan dixwînim. Wekî din nêrîna min a li vê dinyayê tuneye çimkî. Dembaştir  *



20.09.2021 10:44 | biaqila malê

35. meraq dikim ka kî çima kêmasiya jinan dihese. yanî dema têdikevim tirşikê, ez piranî kêmasiya peyaman dibînim. pir kêm in. îja mêr û jin bila bimîne aliyekî.

û pîroz te pîroz dikim dotmam. ❤️❤️❤️



20.09.2021 14:54 | biruya hayao miyazaki

36. bêguman têkiliya wê bi rola jinan ya di civakê de, heye. hebûna derfeta ketina înternetê dîrekt rê li ber nivîsandina li tirşikê venake. ma çiqas tirk li ekşiyê dinivîsin? yên li wir dinivîsin belkî %95ê wan xwendîyên zanîngehê ne û %90ê wan jî muxalîf in. çima, ma ji bo endambûnê şertên wisa hene?
nivîskarên ekşiyê piranî ji heman derdora sosyal tên: xwendî, muxalif, piranî dijberê edetên gelêrî, haya wan ji dinyayê heyî û hwd. ji bo tirşikê jî kêm zêde wisa ye.

ger em vegerin meselê, ma li derdora we çend jinên kurd yên wisa hene? û jixwe li tevahiya dinyayê jin li gorî mêran gelek kêmtir eleqeya xwe bi teknolojî û erebeyan tînin.
Here lînkê
li gorî îstatîstîkan, di tirşikê de rêjeya jinan %14 e. di xwendina pirtûkên kurdî de, di her cûre saziyên kurdan de, di nav alîgirên amedsporê de, di nav nivîskar û helbestvanên kurd de jî ne bawer im zêdetir be ev rêje. yanî jinên kurd çiqas bikarin di jiyana rastîn de rol bistînin, wê li vir jî rêje zêde bike.



20.09.2021 15:31 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» kêmasiya tirşikvanan
» nivîskarên ku xalekî bi dawiya mijarên vedikin ve datînin
» jina nebîranî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî