2. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe) |
|
17.01.2021 22:12 ~2022.05.14 01:37 |
bûtîmar
![]() |
3. Kul û derdê min bû. Piştî kul û derda xemakê ya pêşniyarên tirşikvana ji bo 16 saliya xwe, min vê mijarê kiribû kul û derd. Ji ber ku min meraq kir gelo tirşikvanên 16 salî hene? Lê di peyama ewil de xwestiye bêje "15 salî me"? Ji bo temenê xwe yê nu ku dê bibe16 pêşniyaran ji tirşikvana xwestiye? |
|
18.01.2021 00:17 |
tîrêj zana 21
![]() |
4. Kesên divê bên pîrozkirin in. Di vî temenê biçûk de ew hişmendî ne tiştekî hindik û erzan e. Xwedê temenekî dirêj bide wan. |
|
18.01.2021 00:45 |
xabûrî
![]() |
5. heke min ê nêzikê meheke berê ji vê peyamê binivîsanda, tevli wan nedibûm lê belê, 16 salî me.* |
|
11.05.2022 02:11 |
ciwanzêr
![]() |
6. Tirşikvanên 16 sal berê ez di temenê wan de bûm. Ne haya min ji Kurdî hebû ne jî ji tirsik.netê. Nizanim temenê tirşikê çend e. îhtîmaleke mezin ew jî tunebû. |
|
11.05.2022 02:29 |
xabûrî
![]() |
7. Yek ji van im û spas dikim bo peyamên li ser wê mijarê hatiye nivîsîn. Lê bi ya min bûyina mirovek wiha ne pirr tiştek mezin e. Îro înternet li bin destê her mirovî daye û ji bo tirşikvanbûyinê kurdîyek akademîk hewce nake. Wek hûn dibînin ez bi kurdîya xwe ya 3/10î dinivîsim * |
|
11.05.2022 10:32 |
xemakê
![]() |
8. şîret û tembiya min li wan |
|
11.05.2022 13:04 |
endazer
![]() |
9. tirşikvanên ku tenê 8 salan ji tirşikê mezin in. weke dî gava peyama yekem li ser tirşikê hat zêdekirin ew tirşikvan di 8 salan de bûn. |
|
13.05.2022 08:16 |
cinorek
![]() |
10. Tirşikvanên ku çi wan motîve kiriye ku dest bi xwendin û nivîsindina Kurdî kirine gelek meraq dikim. Helbet eferim ji wan re.. şima çimê min ê! |
|
13.05.2022 13:14 |
kajav
![]() |
11. ez jî ji wan im. Di dema pandemiyê de ez fêrî nivîsandina kurdî bûm. Bi rastî, min hewl dida ku di dema berî pandemiyê de fêrî kurdî bibim, lê wextê bavê min tunebû. Bavê min ez hînî kurdî kirim. Helbet min gotarên kurdî dinivîsand, lê ew tiştên ne girîng bûn. Ez ji malpera ferhenga ekşî li fêrî tirsikê bûm. |
|
27.05.2023 16:40 ~16:41 |
horhorik
![]() |
![]() |
fatih altaylı [1] |
![]() |
replîkên lo dublajê [1] |
![]() |
hetîketiyên zarên mala barzanî [1] |
![]() |
logoya tirşikê ya bi nivîsa "10 salî" [1] |
![]() |
swêd [2] |