Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
motîvasyona kurdên xwandevan - tirşik
motîvasyona kurdên xwandevan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "prode îmbazê mi prode"



23.01.2021 07:30 | cinorek

2. Motîvasyonen ku xwendevanên kurd ji xwe re girtin e û qewete jê digrin.
Ya min jî ev e:
"Ne tenê ji bo min ji bo Kurdistanê jî"



23.01.2021 22:39 | master kurd


4. min ji sernavê tiştek fêm nekir. motîvasyona çi yanî? yanî tiştê ku te li ber karekî motîve dike? an tiştê ku te li ber xebatê motîve dike? ger mesele xwendevanî be, tiştê ku te li ber xwendinê an xwendevaniyê motîve dike?

ger em meseleya şolîbûna sernavê bidin li hêlekê, motîvasyon yek jê hincet û bahaneyeke sereke ye ku meriv pê wê kare xwe li ber tiştekî bide. mesela motîvasyona min a mezintirîn ya xwendina berhemenên kurdî, bipêşxistina kurdiya min bixwe ye. yanî ger romanên kurdî ne ji ber daxwaza hînbûyîn û geşkirin û bipêşxistina kurmanciyê be ne yên xwarinê ne mixabin. ez heta ku romaneke kurdî dixwînim ji behican û ji eciziyê di cihê xwe de bîst teqle diavêjim. ewqasî xirab in. lê ji ber xatirê kurmanciyê dîsa li ber xwe didim û hama bêje her hefte kêmtir pirtûkeke kurdî xelas dikim.

motîvasyona jiyanê, helbet, bêguman, bi qur'ana ku we pê îmana xwe anîye, kurê min e! aniha her tiştên ku min li ber jiyanê dikulumînin, kelecan û hez û hêza min ji dest min digirin ez bi saya kurê xwe bi ser ve têm. yanê ji ber hebûna kurê xwe dikarim deh çiyayên asteng ji ber xwe paqij bikim û rêya ku bi dehfik û xefikan dagirtîne bi ken bi ser de derbas bim.



18.05.2021 11:24 ~11:26 | ferhenga şikestî

5. heger min wetayê mijarê çewt fahm nekir, ew dipirse wekê "hûn çima di dora kurdîyê de ne?".

nêzikî 2 sal nîv berê filan, ez bi ketoberî ketibûm rûpelekê kurdî. çend tiştên, nivîsên kurdî hebûn ku min dan hestekî ecêb. ew gelek bala min kişandin, meraq kirim ku gelo nivîsên din ên kurdîyê çi qas fehm dikim. ji bo hêsanîya fahmê, min çîrokek vekir û xwend. hişê min xwar bû; li vir zimanek heye, jê fahm dikim lê haja min pê tûne. bi vê kelecanî û fikirînên şaşmayî, di nîvê şevê de min li malê voltayan avêt. rojên li pey wê, min lêkolînên li ser vî zimanê berfirehtir kir.

min dît ku ew ziman, xweş e, rind e, kevnar e; a ku tûnekirina wî tê xwestin e, a ku tê wendakirin e, a ku li bend û hêvîya ciwan û nifşê nû ye.

loma ez kurdîyê hem wekî hilbijartinekî tehmxweşker û hem jî wek berpirsyarîyeke dibînim. ev motîvasyonê min e.

tirşikvanên 16 salî/139602



14.05.2022 01:50 ~02:04 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» motîvasyona kurdên xwandevan
» kurdên ku peyva tirkê wekê biçûkdîtinê dibînin û loma dibêjin turk

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi yendin perwerdehi yendin perwerdehi yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî