Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 11 peyam
    motîvasyona kurdên xwandevan - tirşik
    motîvasyona kurdên xwandevan
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    2. "prode îmbazê mi prode"



    2021.01.23-07:30 | cinorek

    3. Motîvasyonen ku xwendevanên kurd ji xwe re girtin e û qewete jê digrin.
    Ya min jî ev e:
    "Ne tenê ji bo min ji bo Kurdistanê jî"



    2021.01.23-22:39 | master kurd


    6. min ji sernavê tiştek fêm nekir. motîvasyona çi yanî? yanî tiştê ku te li ber karekî motîve dike? an tiştê ku te li ber xebatê motîve dike? ger mesele xwendevanî be, tiştê ku te li ber xwendinê an xwendevaniyê motîve dike?

    ger em meseleya şolîbûna sernavê bidin li hêlekê, motîvasyon yek jê hincet û bahaneyeke sereke ye ku meriv pê wê kare xwe li ber tiştekî bide. mesela motîvasyona min a mezintirîn ya xwendina berhemenên kurdî, bipêşxistina kurdiya min bixwe ye. yanî ger romanên kurdî ne ji ber daxwaza hînbûyîn û geşkirin û bipêşxistina kurmanciyê be ne yên xwarinê ne mixabin. ez heta ku romaneke kurdî dixwînim ji behican û ji eciziyê di cihê xwe de bîst teqle diavêjim. ewqasî xirab in. lê ji ber xatirê kurmanciyê dîsa li ber xwe didim û hama bêje her hefte kêmtir pirtûkeke kurdî xelas dikim.

    motîvasyona jiyanê, helbet, bêguman, bi qur'ana ku we pê îmana xwe anîye, kurê min e! aniha her tiştên ku min li ber jiyanê dikulumînin, kelecan û hez û hêza min ji dest min digirin ez bi saya kurê xwe bi ser ve têm. yanê ji ber hebûna kurê xwe dikarim deh çiyayên asteng ji ber xwe paqij bikim û rêya ku bi dehfik û xefikan dagirtîne bi ken bi ser de derbas bim.



    2021.05.18-11:24 ~11:26]| ferhenga şikestî

    7. heger min wetayê mijarê çewt fahm nekir, ew dipirse wekê "hûn çima di dora kurdîyê de ne?".

    nêzikî 2 sal nîv berê filan, ez bi ketoberî ketibûm rûpelekê kurdî. çend tiştên, nivîsên kurdî hebûn ku min dan hestekî ecêb. ew gelek bala min kişandin, meraq kirim ku gelo nivîsên din ên kurdîyê çi qas fehm dikim. ji bo hêsanîya fahmê, min çîrokek vekir û xwend. hişê min xwar bû; li vir zimanek heye, jê fahm dikim lê haja min pê tûne. bi vê kelecanî û fikirînên şaşmayî, di nîvê şevê de min li malê voltayan avêt. rojên li pey wê, min lêkolînên li ser vî zimanê berfirehtir kir.

    min dît ku ew ziman, xweş e, rind e, kevnar e; a ku tûnekirina wî tê xwestin e, a ku tê wendakirin e, a ku li bend û hêvîya ciwan û nifşê nû ye.

    loma ez kurdîyê hem wekî hilbijartinekî tehmxweşker û hem jî wek berpirsyarîyeke dibînim. ev motîvasyonê min e.

    tirşikvanên 16 salî/139602



    2022.05.14-01:50 ~02:04]| ciwanzêr

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    dijwariya kurdbûnê [2]
    li xelkê biyanî dinêrim; li kêfa xwe dinêrin, tehma jiyana wan heye. d...
    fairytale [1]
    ew strana ko hê nû derketî bû min wêrgera vî ya kurdî kirî bûm....
    15ê gulanê cejna zimanê kurdî [1]
    diyariyek herî xweşik google da me. Soranî jî li ser google translatê ...
    delîl dîlanar [1]
    konsêra wî ya li diyarbekirê her çi qas jêr bendewariyên min jî be xwe...
    google translate [1]
    bi lêzêdekirina soranî wê pirra di navbera kurmancî û soranî de xurtti...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » motîvasyona misilmanên serhişk
    » kurdên ku bê kurdî dijîn

    Kategoriyên mijarê:: perwerdehi yendin perwerdehi yendin perwerdehi yendin kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî