Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
kêmbûna malperên kurdî - tirşik
kêmbûna malperên kurdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kêmbûna malperên kurdî pîvanekî baş yê paşde mayîna kurdî ye. Di vê serdema ku êdî hemû jiyan ser înternetê dimeşe de ti ravekirina vê rewşê nîn e. Ne ji bo ku kurd ser înternetê ne çalak in, lê belê ji bo ku piraniya kurdan malperê tirkan bi kar tînin. bi hêviya ku di nêz de ev rewşa ha biguhere.



05.02.2021 22:40 | hueyn

2. Nîşaneya kêmasiya bazara kurdî ye. Ango ji ber van sedeman kurdî tê ji bîrkirin û ji holê radibe. Kesên ku pêdiviyên xwe nikarin bi kurdî peyde bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin, dev ji zimanê zikmakî diberdin. Kesên bixwazin li ser înternetê kirîn û firotanê bikin, bi kurdî nikarin bikin( ji bilî çend malperên pirtûkan û malperên piçûk) ji loma neçarî xwe diavêjin bextê zimanê serdest.

Yek din ji sedema kêmbûna malperên kurdî jî, nezanbûna nivîsandina kurdî ye. Kurdên xwenede hemû bi zimanê serdest perwerde dîtine û nivîsandina zimanê serdest dizanin. Yên ku dizanin bi kurdî binivîsin jî bi ked û xwesteka xwe hînî nivîsandina kurdî bûne. Tabî ev kesên han li gor tirkînivîsa pir pir kêm in. Ji loma piraniya kurda lêgerîn, lêkolîn û bazara xwe ya ser înternetê bi zimanên serdest dikin. Ji ber vî hawî malperên kurdî pêş nakevin ango şopîner û muşteriyên wan kêm in. Herwiha kesên dil dikin malperekî vekin jî, ji ber vê rewşa kambax ya dev jê berdidin an piştî vekirinê têk diçin.



05.02.2021 23:58 | tîrêj zana 21

3. Dêmek em hîn jî li ser vê mijarê dinivîse ha



06.02.2021 01:16 | hemdilaarda

4. Ji ber ku em bê dewlet in.
Ger dewleteke me hebûya, me dikarîbû ji dewleta xwe re malper ava bikira û em bi pêş bikevin.
Endezyarên kurd bi zimanê welatên ku lê dijîn malperan çêdikin.
Malperên kurdî yên ku tên vekirin dema ku balê nekişînin mecbûr dimînin ku bên girtin.
Haya Kurdan ji van rewşên girîng nîne.
Kurd ewqas bindest bûne ku tenê dikarin siyasetê bikin.
tenê malperên me yên nûçeyan hene.
lê bes e? Tirkan malperên forumê, malperên tora civakî, malperên blogê ava dikin.
Kurd çima nikarin ava bikin?
Bi eşkereyî, ew wan ava dikin, lê dewlet zextê li wan dike û nahêle bigihêjin van malperan, yan jî kurd bi van malperan nizanin.

Haya min ji vê yekê 5 meh berê çebû û ez pir xemgîn kirim. Ji ber vê yekê ez ji malpera tirsik.net hez dikim.

Dema ku ez dibistana xwe biqedînim, ez ê tu carî malpera tirkî çênekim. Ez ê tenê kurdî û îngilîzî malper ava bikim.



25.03.2023 18:30 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmbûna smsên nimêja înê
» malperên bahîsê
» kurdî zimanekî helbestî ye

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî