Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
hîçparêz - tirşik
hîçparêz
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskarek nû yê tirşikê ye. Bawerim navê xwe li gor wergera" nihilizm" a ku friedrich nietzsche pêşengtiya wê dike, girtiye. Li gor danasîna profîla wî ji azerbaycanê ye. Bi eslê xwe ne kurd e. Lê belê gelek ji kurda û kurdistanê hez dike. Heya ku hezkirinek ewqas pire ku kurdî hîn bûye û li malpereke weke tirşikê ya ku hêj kurd jê hay nînin, bûye nivîskar.

Weleh helal be jê re. Tew wêneyê profîla xwe jî kiriye ala kurdistanê. Xwudê hez bike wê derbarê azerbeycanê de gelek agahiyan li tirşikê zêde bike û bi saya tirşikê dê kurdiya xwe pêşdetir bibe. Hatina wî gelek bi xêr e. Ser seran û ser çavan hatiye.


Lê zêdekirin: li ser twitterê bi qasî niv demjimarê pê re axivîm. Ji azerbaycanê ye, lê belê ne azerî ye. Ji gelê tat e. Ew jî gelekî arî ne û weke me kurda hatine bişaftin.

Hesabê wî yê twitterê: Here lînkê

Li ferhenga azerî ya soz6.com, mijara tirşikê vekiriye û têra xwe danasîna wê jî kiriye:
Here lînkê



08.02.2021 23:31 ~2021.02.09 01:04 | tîrêj zana 21

2. Gelek spas ji bo hîçparêz/130805. Kurdiya min hîn jî xirab e, ji ber vî, ez hê nikarim tiştên dirêj binivîsim. Lê belê, ez hêvî dikim ku bi saya tirşikê, kurdiya min baştir bibe.



08.02.2021 23:36 ~2021.02.09 13:34 | hîçparêz

3. min hesabê wî a twitterê şopand.
mirovek hêja ye.
zimanhêz e.
tat e.
her ku diçe di nav tat û talîşan de kesên eleqeyê kurdî û kurdistanê zêde dibe.
zimanê tatî û talîşî zimanên bakûr-rojava îranî ne ((bnr: northwestern iranian languages)).
zimanên kurdî jî dikevin wê grûbê. lowma tatî û talîşî ji farsî zêdetir dişibin zimanên kurdî. bi taybetî şibihiyên wan bi zazakî we pir e.

----
herwiha mijarek wisa jÎ heye: (bnr: hevşibina talişî û zimanên kurdî)



09.02.2021 18:59 ~19:01 | cinorek

4. mirovekî jîr û zana ye. carnan wî didexisim ku ewqas bihewes e bo hêvosîna zimanan. nemaze jî zimanên îranî û kafkasî. bihêvî me dê xeyala wî pêk bê û dê bibe zimannasekî mezin * agahiyên xwe li vir jî binivîsiyana jî dê xweştir bibaya, pajalûysta bratka :d



28.08.2021 21:39 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» hîçparêz

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî