Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
li başûr nêzî saleke nedana mûçeyên memûran - tirşik
li başûr nêzî saleke nedana mûçeyên memûran
(5) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. Li gorî dîtina min li tirşikê hemû kes dibêji qey başûrî dewlemend in. Ew gelek fikrek şaş e jiber ku li başûr tenê eşîra barzanî dewlemend e. Wekî din xelk bi piranî xizan, hejar in. Hikumeta barzanî gelek neheqî dike ji xelkê başûrê ra. Ji wan yekan nêzî salek e mûçeyên memûra nadi, xelk derdikeve kolana, protesto dike. Camêrek digot "Ya ku hikumeta kurdistan li me kir, seddam li me nekir" xelk bi birçî bûne îmtihan dikin. Wa xuya ye ku protesto bêfeyde ne , rewş gelek xirab e . Em tenê hevî dikin ku baş bibe



11.02.2021 15:51 ~15:51 | navîgiranmezelîwêran

2. mixabin çiqas parçeyên dinê azadtir be jî rewşa başûr ne rinde. hem nav xwe da bûye 3 parçe hem jî xêncî petrolê tiştekî nafroşe û her tiştê xwe jî (dest van tişte nay mixabin) dagirkeran distîne.
tenê tiştek başe ev jî nifşa nû bi erebî xebernade(naxive).
başûr hêvîya me bû..



11.02.2021 16:11 | doesntmatter

3. Derfetên federasyonê bo 20 salan çi kirin nizanim , belê dewletbûn ne hêsan e lê divê 20 salan de îsraîlek derketa holê.Em divê kirasê totalîzm ê otorîterîzmê ji ser xwe bavêjin.
Başûr divê bibe yek parçe, mixabin kirine du par û ev du par wê başûr bike du parçeyên ji hev cihê.



11.02.2021 16:25 | brzn

4. Ji ber ku qada min werger e rastî dewlemendên wan têm nizanim lêbelê meheke berê başûriyek li enqereyê ji bo heftiyeke du hezar dolar da hevalek bona ku pê re bigere, rabe û rûne (bi erebkî). Gelekî wan dixwazin li Tirkiyeyê bibin xweyî şîrket û berhemên şîrketê jî bifiroşin başûrê Kurdistanê. çerxekê çawa ye min fahm nekir. ma ti îmkan tuneye xelkê wir li ser axa xwe berheman çêke û bifiroşe Tirkiyeyê? tên li Tirkiye berheman çêdikin û pereya kurdên başûr vedigerînin destê tirkan.



11.02.2021 19:24 ~19:25 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» başûrbakur

Kategoriyên mijarê:: ekonomi ekonomi ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî