1. Dibêjin kurdên orjînal wisa nin. bi ya min kurd zêdetir çavmezin ,çav reş û xweşik bi bejn û bal in.Gelo dibe ev kurdên çavşîn ji yewnanîstanê hatibin : ))) |
|
11.02.2021 16:28 |
brzn
|
2. Yek ji wan di kuça me de jî heye. Keçik e. Hêj nû digihe. Temenê wê dora 18-19an e. Çavê wê şîn, porê wê zer e. Bejna wê zirav û bilind e. Ji niha de hemû ciwan û xortên taxê bi dorê ketine. Malbat serîna li mala wan dixin, bo xwazginiya. Lê dibêjin " keçika me dixwîne" keçik kurde û heya gundiyê me ye. Lê wekî gelemperiyê keçên kurd, ew jî xwe li kurdî nake xwudî û bi tirkî diaxive. |
|
11.02.2021 16:46 |
tîrêj zana 21
|
|
|
11.02.2021 16:49 |
de facto hozan
|
4. Nîvê malbata me ji vê celebê ye. Birayê min û dayê zerik in lê ez û bav esmer in. her cara ku ev mesel bi ber çavên min dikeve, riweknas mendel û baqleyên wî tên bîra min. (: |
|
11.02.2021 20:53 ~20:54 |
ezcan
|
5. (bnr: kurdên rûsî) |
|
12.02.2021 03:21 |
heval.js
|
6. Di nav malbata me de qet çavşîn û porzer tine. |
|
12.02.2021 13:52 |
yaqûp
|
7. di nava kurdan de beşek biçûk in lê belê ji tirkên wisa zêdetir in. di malbata me de jî ne hindik in: birayê min ê mezin, 2 xwarzîyên min û kurê min tev zer in û çavên wan şîn in. welle hingî te bivê tiştek balkêş û xweş e. |
|
12.02.2021 23:45 |
simurg56
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |