1. yezdanê mezin ê bawerîya gelên nordîk e. weka zeûsê yewnanî û Ahûra mazdayê îranî li hemberî tîtan û dêwan şer kiriye bûye xwedanê yezdan û aleman. navên wî gelek in bes yên piştî odin berbelavtir, wotan yan woden e ku di zimanên kevn yên germen-nordîk de tê wateya efendî, xwedan, lord. çawa min van navan dît peyvên xwedê û Adonîs hatin bîra min. ji bo agahiyên berfirehtir dikarin peyamên destnîşankirî ku di bişkojka spoîlerê de hatine veşartin, bixwînin. di gelek zimanên îranî de ji du kiteyên eslî pêk tê: xod+dan. di farisî de wek xoda tê telafûzkirin û li gor ilmê etîmolojiyê xoda rasterast bi kurmancî xwedan e. xod; xwe, dan; kinbûna twanîn û tevanesten (karîn, şiyan) e. serencam ji van peyvik û qertefan jî xwetwan (xwedan) çêbûye. bi erebî dikarin bêjin malik an melîk. Aqilê mirovan eynî dixebite ereb ji bo xwedê/îlah di wateya xwedanê her tiştî de dibêjin malik'ul milk. hetta di îngilîzkî de jî dibêjin lord ango dîsa xwedan. adonîs/130999 [spoiler: li gor folklornas james george frazer peyva adonîs ji adon tê ku di zimanên semîtîk (fenîke, îbranî) yên antîk de tê wateya efendî, melîk, malîk ango xwedan û lord. ji du peyvikan pêk hatiye "a-" (xwe)¹ û "don" (karîn, bi soranî twan). welhasilê kelam mebesta min ev e ku adon û xwedan ji heman fêhm û ferasetê derketiye. têbînî: di peyvên kevnar yên mîna "azad" de "a" wek di wateya "xwe" de bicih bûye. "a" (xwe) û "zad" (jidayîkbûn, zayîn). bi peyva xweza re tevlihev nekin. mantiqekê nêzîk tê de heye lê azad asîmanî û mirovî ye, xweza erdî û heywanî ye. adonay/131009 spoilerê veke di baweriya cihûyan de navek ji navên xweda ye ku wateya wê efendî, xwedan e. heta wek adon olam (xwedanê alemê) jî telafûz dikin. têbînî: roja çarşemê di zimanên anglosakson de wek wednesday tê gotin ango roja odin. ji ber çi çarşem giring e nizanim wek dizanin di dînê êzdayetiyê de jî çarşema sor heye. |
|
11.02.2021 22:11 ~2021.09.10 04:19 |
ezcan
|
2. bavê thor. |
|
11.02.2021 22:20 |
hueyn
![]() |
![]() |
kutilk [2] |
![]() |
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [18] |
![]() |
aqilmendkurd.com [1] |
![]() |
paradoks [2] |
![]() |
min bi kurdî nivisî ku ji bilî xwedê û kurdan kesek nikaribe bixwîne [2] |