Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
17.02.2021 eşkerebûna reşşiktroll - tirşik
17.02.2021 eşkerebûna reşşiktroll
(24) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. hedîseya eşkerebûna reşşiktroll a tirşikê ya ku "şerker".

di ev şev de gelek reşşik da:
Here lînkê

Tenê em girêdayî tirşikê bûn:
Here lînkê

Axaftina me:
Here lînkê



17.02.2021 01:10 ~01:10 | heval.js

2. Daxuyanî: nivîskarê bi navê şerker niha hat astengkirin. Ji ber ku Nivîskarek bêpeyam e û heta niha ji xeynî çeppikekê, tenê reşşikan daye peyaman.
Piştî lêpirsîna berfirehtir, wê dengdanên wî jî werin jêbirin. Û em ê bikin ku êdî çomez nekarin dengan bidin.



17.02.2021 07:38 ~07:39 | simurg56

3. Dilnexwaz, xêrnexwaz, sîxur û kûçikek bi navê şerker, di nava 3 rojan de 14 reşik daye nivîskara. Çend reşikê wî îsabetî min jî kiribû. Wekî ku her tim dijmin dikin, dîsa xwestibû kurda li hev sor bike û wan bere hev bide.

Rastî, êdî translateya kurdî pêş ketiye. Bi saya wê kesên qet kurdî nizanin jî bi hêsanî karin agahiyan ji tirşikê bistînin. Ji loma divê hin bergiriyên din werin stendin û endamên nû werin kontrolkirin. Dengdayîna çomeza divê teqez bê rakirin. Ji xwe min digo qey çomez nikarin deng bidin.

Axir, divê rêveberî li ser vê meseleyê bisekine û wî sîxurê bi maîla ku li tirşikê tomar bûye bişopîne. Heye ku bi heman maîlê hin hesabên din jî hebin.



17.02.2021 10:02 ~23:19 | tîrêj zana 21

4. Daxuyaniya derbarê vê operasyonê de ya navenda parastina tirşikê, bi vî rengî ye.

nivîskarê me yê bi nasnav heval.js, 17ê sibatê demjimar dora 00.30an de yekîneyekî sîxura ji nêz ve şopandiye. Piştî çend hûrdema yekîne bi temamî ketiye bin kontrola nivîskarê me. Piştî çend reşikdayîna nivîskarê me yekîneyê kiriye armanç û derbên giran lê daye. Demjimar 00.49an de sîxur hatiye cezakirin.

Piştî çalakiyê navenda rêveberiya tirşikê bi van gotinan çalakiyê pîroz kirine: sîxurê bi navê şerker ji aliyê nivîskarên me bi operasyonek serkeftî hatiye aşkerakirin. Piştî aşkerabûnê em jî wek rêveberî, me çete asteng kiriye. Xebatên me li ser ewlehiya tirşikê didomin. Ji ber vê operasyona serkeftî em nivîsgeha herêma javascrîpt silav dikin.



17.02.2021 10:58 ~23:17 | tîrêj zana 21

5. Ew çi qewimiye li vir
(bnr: wey bavo)



17.02.2021 19:42 | de facto hozan

6. bi rastî mîna henekeka nekomîk xuya ye. hefteyek e li tirşikê qala xêrnexwazekî beredayî ye ku bîlasebe reşikan dibarîbû mijarên cidî û asayî. îcar bi "tesadifeka mezin" "reşiktroll"ek hat girtin. ew jî ji xêra heval.js ye. çi tesadif, çi tesadif. êdî "nekomîk" jî nin e. mesele gihîşt asteka bilind li vir. bû absurd di çavê min da.

çalakîya vê "reşiktroll"ê we hemî hemî bi sê roj e. berî endambûna wî jî yekî xêrnexwaz hebû.

çemê mekong/131100
demeter/131035
afrodît/131036

piştî çûna wî jî ev xêrnexwaz xelas nebû.

kolajen/131211
karçik/131210

axir, ez nizanim hûn çi dizanin. lê tiştên ji vir xuyaye, heval.js li alîyekî trolltî dike û li alîyekî din jî trollan digire. maşala! simurg û tîrêj zana çima di vê karê da ne, min fam nekir. social experimentek bi rê ve dibin gelo? ihtimal nema hayran! çi malpereka zelal e. maşala! bênezer!



17.02.2021 23:58 | mirovekirind

7. mijara ku bi serê min jî neketiye, kesê ku qala wî dikin, yê bi navê şerker 14ê sibatê qeyd bûye, yanî tev de 4 roj li vir e, lê ev reşşikdan û hwd. ev nêzîkî hefteyekê bêhtir serê tirşikvanan têşînê, min bi xwe bawer nekir. wek ku mirovekirind jî dibêjê wekî hemû sûc, sûcê şerker be, çima hê ev reşşikdan berdewam dike?



18.02.2021 00:21 | merwano

8. Yaw em bi çi re mijûl dibin! Jixwe dîyar e ku kî reşik dide peyaman. Vê hesabê jî heval.js vekiriye teqez. Hevalê me, Wekî tirka jî gotiye kendi çalıp kendi oynuyor. Nizanim karê we tuneye hûn bi van tiştên pûç û vala re mijûl dibin?



18.02.2021 16:44 | yûsiv

9. Ew kurê qiz qereçiyê dîsa hat *

Li hemberî wan min jî lobiya çepikan lidarxistiye



01.03.2021 23:54 | shorbevan

10. sê roj berê salvegera wê bûyera pîroz bûye* min çawa jê bîr kir yaw.



20.02.2022 13:58 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.02.2021 eşkerebûna reşşiktroll

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî