Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
li ser facebookê kesên ku tim û daîm xwestekên lîstikan dişînin - tirşik
li ser facebookê kesên ku tim û daîm xwestekên lîstikan dişînin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wekê cemaet û terîqetekî tevdigerin.. tê bêjî qey şêxê wan ji wan re gotiye heta hûn van lîstikan li xelkê belav nekin û bi deh kesan nedin qebûlkirin newên ber derê dergahê.. roj nîne ku xwudênehiştiyek daxwaza lîstikan ji min re neşîne ez asteng dikim wek spam ji xalê mark zuckerberg re dişînim lê dîsa çar jê nakim..

herwiha (bnr: li ser facebookê kesên ku tim û daîm vexwendinên kom û rûpelan dişînin)



04.10.2013 14:24 | endazer

2. ew mirov in ku ji ber wan mirov êdî nema dixwaze bikeve malperên medyaya sosyal.

him jî ji bo ew lîstikên kêrnehatî û bêxêr. li ser înternetê ewqas lîstikên bêpere û profesyonel û xweştir hene lê dîsa jî diçin wan lîstikên yên li ser facebookê yên bêqalîte yên bi flashê, dilîzin.

farmville li kû ye ye age of empires li kû ye, lê dîsa jî diçin farmville dilîzin.



04.10.2013 17:32 | simurg56

3. Ji min tê ez wan bidim ceylanê û êşkenceyeke bêîmanî li wan bikim. Hero hero! Bes e gidî!



17.10.2013 13:31 | ceso

4. facebookê ji ber wan vebijêrka qedexekirina xwestekan çêkiriye lê mixabin ji bo her kes û her lîstikê cuda divê bê qedexekirin.



17.10.2013 13:49 | azadixwaz

5. hema mirov kîrê wan bi arîka (di hindir de jora xênî) ve girê de û wan bide reqisandin.



17.10.2013 15:46 | gernasnenas

6. kesên ku qet fihê nakin, tu wan bikujî dev ji edeta xwe bernadin.

hinek ji wan jî peyam diavêjin dibêjin ez ê ji te re bişînin qebûl bike. wê rojê yek ji wan ji min re peyam avêt got tu çawa yî felan em hinek axivîn. min nêrî paşê behsa xwesteka lîstikê kir got ez ê ji te re bilînin bipejirîne min hew bersiv da *



15.05.2014 00:09 | brusk56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sergûzeştî
» facebookê de peyama yekemîn a ji bo hev nasînê
» kesên ku ji malpera tirkî a rûdawê link parve dikin
» timelapse of the future
» xwestekên kurdîkirina qertên dawetan

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî