Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 36 peyam
nivîskarên ku divê bi şiva terr li wan were xistin - tirşik
nivîskarên ku divê bi şiva terr li wan were xistin

Navê mijarê ya ewil ev bû:nivîskarên divê bi şiva terr li wan were xistin
(4) (0) (21)
di mijarê de bigere

2. mijara ku pirsa kî an kê divê bi şiva terr li nivîskaran bixe bi xwe re tîne.. li gorî min divê mijar wek nivîskarên divê bi şiva terr li wan were xistin were sererastkirin.. ji ber ku qumaşê kurdî hîn bêyî destnîşankirina kirdeyekî derfeta danîna hevokên submissive nade.. an dîrekt mirov dikare mijareke wek nivîskarên têra barê kerekî lêdanê heq dikin veke û kela dilê xwe hênik bike..

(bnr: di hevokên dirêj yên kurdî de mecburiyeta bikaranîna daçeka kuyê)

(bnr: xwe li nezanînê danîn)



2013.10.04-14:42 | endazer

4. shiva hinarê meqbûl e ji bo vî karî.



2013.10.05-15:27 | hemdilaarda

5. mamosteyên ku bi şiva terr ya hinarê pişt li xwendekarên xwe şikandine biço biço derdikevin.. mijara ku mirov jê fêm dike û têderdixe çi jin çi mêr çi xwende û çi nexwende meyla pirraniya civaka kurd li ser tundûtûjiyê heye.. û ji bo safîkirina meseleyekî cara pêşîn şiv û dar û kotek tê bîra wan..



2013.10.05-19:24 | endazer

6. gotina min ji tirşikê der îsmet özel e îsmet özel



2013.10.06-10:27 | ceso

7. Bêguman nivîskarên ku bi xwe re nabînin binivisînin bixwe ne! Divê bi şiva terr û şilkirî li wan were xistin.



2013.11.11-23:08 | ceso

8. Piştî ku tirşikê vala hiştiye elegezê jî heq dike *



2014.04.11-23:57 | ceso

9. bêguman (bnr: xeydokên tirşikê)



2014.04.12-00:34 | simurg56

10. (bnr: jan dost)

ji ber ku romana xwe ya dawî bi erebî dinivîse



2014.04.12-00:38 | ferhenga şikestî

11. nivîskarên ku xwe qeyd dikin û qene peyama yekemîn a otomatîk jî naxwînin û nivîskarên ku hê yek peyam nenivîsandî şîfreya xwe ji bîr dikin.



2014.04.12-01:24 | brusk56

13. hevoka ku şik xistiye nava nivîskaran. pirsa: "gelo ji min re dibêje???" ketiye dilê gelekan. de ka bê na!



2014.12.09-00:01 | diyako47

14. bi sêri dê nivîskarên nanivîsin in, paşê nivîskarên berê dinivîsand lê niha nanivîsin in, dûv re jî nivîskarên kêm dinivîsin in.



2014.12.09-13:42 | nazim tolhildan

15. - nivîskarên ku serî li wan bûye kundir..

- nivîskarên ku bi xwe re nabînin ku têkevin tirşikê..

- nivîskarên ku yodaîtiyê dike *

(bnr: hun çawane heval)

(bnr: endazer)

(bnr: zero)

(bnr: hemû nivîskar)***



2014.12.09-13:56 | mergehez

17. helbet di tirşikê de cinorek e.



2015.06.17-13:58 | nazim tolhildan

19. nivîskarên tu eleqeya peyamê bi wan re tune ye lê xeber(dijûn)ê ji mijarê re tê li ser xwe dihesîbînin e. meriv dibê qey ew xeber dikeve qûna wî û wî diêşîne.



sebr.. qey wê hîn bibin ku bersivdayîn ne li gorî formata tirşikê ye..



2015.06.17-14:14 | berxweda

20. (bnr: şiva terr)



2015.06.17-15:10 | cinorek

21. ger fikrên di derbarê wan de cidî bin, heye ku di civînên tirşikê de rastî van şivên terr werin *

endazer jî weke yek ji van nivîskaran hatiye nîşandan lê di civînê de me ji bîr kir ku lêxin.



2015.06.17-21:00 ~21:00]| simurg56

23. Nivîskarên tir-mezin in. Bila li benda civîneke din bin, ji xwe bi şiveke hinaran a terr tevlîbun ferz buye.



2015.07.10-09:44 | azadixwaz



26. bêguman dijber e!



2015.09.25-00:26 | ceso

27. (bnr: nivîskarên bi xwe re nabînin binivîsin)
û
(bnr: qusxaneli).



2017.05.27-12:38 | hozan serhad

28. (bnr: jan dost)
(bnr: mijarên nostaljîk ên tirsiknetê)



2019.12.05-00:19 | ceso

29. Nivîskarên ku dibin endam û qet nanvîsin.
(bnr: kesen ku hebûn û tunebûna wan yek e)



2020.04.07-15:38 | brzn

30. Ewê ku pêwîst heq dike ev mijar vekirîye. (bnr: elegez) li wan deran koç kirîye û li pey xwe nivîsek jî nehiştîye.



2020.04.07-16:12 | kajav

31. yên tiştek dizanin û nanivîsin, yên tiştek nizanin û dinivîsin.



2020.04.07-16:21 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
ristemê zal [1]
Lehengekî Kurda ye. li gorî çîrokê şîrê şêran vexwariye û bi (vbnr: t...
ristemê zal [2]
Ristemê Zal merd, şervan, wêrek, welatparêz û şoreşger e. Serokê doza ...
ristemê zal [1]
lehengekî destan, çîrok û çanda devkî ya kurdan e. Ristem lawê Zal e. ...
xurşîd mîrzengî [1]
li gundê Zengê ya Licê hatiye cîhanê. Gotar û nivîsên wî yên bi kurma...
çepik [1]
bernameyekî li ser trt kurdî tê nîşan dan. ji bo dewletên serdest 2...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên ku nikarin lînkan bi saxî û silametî bidin
» divê werî
» şivanê kurmanca
» terraforming
» wane
» were bike

Kategoriyên mijarê:: tirsik zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî