Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
were dengê min - tirşik

Du jinên ku yekê ji wan di dawiya emrê de xwe de û ya din jî di destpêka emrê xwe de ye dikevin rêwitiyeke çîrokane ji bo xelasiya hezkiriyekî xwe......
(2 şîrove)
were dengê min
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlma ku Dema ewil derketîbû min temaşe kiribû. Ev a cara duyem bû.

Nizanim çima ez giriyam, dawiya fîlmê kelogirî bûm û rûniştim têra xwe giriyam. Belku jî hincetekê lazim bû bo min ku tengasî û fetisîna di dilê xwe de vereşim. Û vereşiyam jî.

Çîroka Berfe û Jiyan û Temo. Û rêwitiya wan a çîrokî û çîroka wan a rêwitiyê. Bêçaretî, zilm, qeder, asêbûn, asêmayîn û herwiha "hêvî". Her sê jî gelek nas in û ji me ne. Dapîr, qîz û kur.

Saet bû şev nîvê şevê û berbang nêzik bû lê ez hê jî li ser qedera me û çerxa bêdawî ya herûher serê me têxe belayê diponijiyam. Gelo dê çi bibe ev halê me?



21.02.2021 14:02 | xelîl

2. fîlma ku bi pesndana xelîlî haya'm jê çê bûbû.

çend hefte berê, birayê min yê piçûk pesna mubiyê dabû. gotibû "li vê platforma sînemayê tu dê rastî fîlmên baş werî." ez rabûm, ketim malpera mubi.com. digel çend fîlmên balkêş, ev fîlm jî hat pêşberî min. min got temam, kêfa'm jê ra hat. min hesabek ji xwe ra li mubiyê vekir. û cara pêşîn min berê xwe da vê fîlmê.

min vekir, fîlmekî resen bi kurmancî ye. binnivîsên bi îngilîzî û bi tirkî hebûn. ji min ra ne lazim e. ji ber devoka wan min rehet tê nedigihişt çi digotin. dûra rehettir bû. ez elimîm. pêşîn min digot belkî fîlmekî basît be. lê na.

îcar girîyek bi min girt. ez nesekinîm. min fam nekir çima. vê demê peyama xelîlî ket bîra min. axir, min pir ji vê fîlmê hez kir: were dengê min. êdî, zêde mebêjim!



25.02.2021 21:19 ~21:28 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» were dotmam
» dengê bêdengîyê
» minoxidil

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî