Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 59 peyam
peyvên ku herêma mirov eşkere dikin - tirşik
peyvên ku herêma mirov eşkere dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:peyvên ku heremê mirov eşkere diki
(3) (0) (12)
di mijarê de bigere

1. Peyvên ku gava tê bikar anîn mere dikari heremê mirov texmîn biki.

Mînak:

(bnr: carbekir)



2021.02.22-14:13 | lewendî

2. “Ma” lê pirr bikaranîna wê

(bnr: sêwreg)



2021.02.22-16:33 | xemakê

3. "Sûk" ji bo bazarr û bajêr dibêjin.
(bnr: sêwreg)

"Kartol" ji bo patate(s) dibêjin.
(bnr: herêma serhedê)



2021.02.22-17:40 | cinorek

4. meriv ji bo mirov
agir ji bo argeş

(bnr: serhed)



2021.02.22-19:30 | heval.js

5. însan ji bo mirov.

(bnr: trt tirkmancî)
(bnr: rezîl)



2021.02.22-19:34 | heval.js

6. we peyvek di cihê tîpa b yêde v hatiye bikarhanîn dît bizanibin kesê vikartîne ew ji umeta bihemede * mînak Ecêv= ecêb, bivînin= bibînin



2021.02.22-23:14 | shorbevan

7. feke= şirnex



2021.02.23-17:22 | de facto hozan

8. "Kevçing" Kevçîyê mezin ê pehn û meriv pê şîvê tev dide.
"Çemçik" Kevçîyê kûr ê ko meriv pê nîsk, tirşik û xwarinên têrav pê dadigire.
"Cizûk" Beroşa piçûk a bi yek destik û tê de qehwe tê kelandin.
"Carbekir" Ji bo bajarê Dîyarbekir.
"Moxil" Qûlê wê girsin ji bo ard û cehe
"Safok" Qûlê wê girsê, ê hûrik jî hene
"Bêjing" Qûlê wê ne gelekî hûrike ne gelekî girse.
Peyvên ji hêrema Mêrdîne



2021.02.23-22:22 | pîroz

9. Wilo/wanî= mêrdîn
Werê=Amed
Weng/werg=Anatolya Navîn, semsûr
Wisa=serhed
Hosa/usa=wan, urmia, Colemêrg



2021.02.23-22:31 | umed

10. Xeber dan
Şitexilîn
Peyivîn
Qise kirin
Axaftin
Kî kîjanê bikar tîne bila bêje jkx.



2021.02.24-20:43 | xabûrî

11. Go (ji dêvla "ku") - Mêrdîn



2021.02.24-20:45 | xabûrî

12. peyivîn em li qoserê bi kar tînin. û gelek kêm jî ştexilîn.



2021.02.24-21:20 | keyomerd

13. li Batmanê zêdetirîn xeber dan tê bi kar anîn. li bal koçerên me jî zêdetirîn ştexilîn. û ji bilî wê ti cudahiyeke Êlihî ji herêmên din tuneye.



2021.02.24-21:37 | yûsiv

14. (bnr: devoka serhedê vs zimanê kurdî)



2021.02.25-11:44 | doesntmatter

15. Ji bo axaftinê;
Li ba me, li xarpêtê kurmanc dibêjin deng kirin û qal kirin.
Peyva qise kirin jî heye lê dibe ku ew ji zazakî derbasê kurmancî bûye.

Min li îranê, li xorasanê û bakûrê îranê peyva gep kirin bihist. Nizanim ew li deverek dî jî heye ya na.



2021.02.25-11:58 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
denozer72 [2]
car caran dibînim bi hesabên beredayî dikeve têkiliyê û wan di nav kur...
xançepek [1]
taxek sûra amedê ye ku dîroka wê hama bêje bi ya amedê re ye. ji taxên...
vîtamîna d [1]
vîtamîn ku ji bo tênduristiyê her dem pewist e. di nav kezep, hêk, ma...
ejdeha [5]
li gor çîrokan canawerek pir gir û tirsnak ê wek maran e. bi ling û çe...
pêşniyarên ji bo kesên ku têkiliyeke dûrî dijin [2]
Nêzî hev bibin....
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên ku ji tirkî ketine kurdî
» herêma baskê
» mirovan
» eskerên hisa

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv tekili zimanpeyv tekili zimanpeyv tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî