Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
peyvên ku herêma mirov eşkere dikin - tirşik
peyvên ku herêma mirov eşkere dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:peyvên ku heremê mirov eşkere diki
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. "Sûk" ji bo bazarr û bajêr dibêjin.
(bnr: sêwreg)

"Kartol" ji bo patate(s) dibêjin.
(bnr: herêma serhedê)



22.02.2021 17:40 | cinorek

2. we peyvek di cihê tîpa b yêde v hatiye bikarhanîn dît bizanibin kesê vikartîne ew ji umeta bihemede * mînak Ecêv= ecêb, bivînin= bibînin



22.02.2021 23:14 | shorbevan

3. feke= şirnex



23.02.2021 17:22 | de facto hozan

4. "Kevçing" Kevçîyê mezin ê pehn û meriv pê şîvê tev dide.
"Çemçik" Kevçîyê kûr ê ko meriv pê nîsk, tirşik û xwarinên têrav pê dadigire.
"Cizûk" Beroşa piçûk a bi yek destik û tê de qehwe tê kelandin.
"Carbekir" Ji bo bajarê Dîyarbekir.
"Moxil" Qûlê wê girsin ji bo ard û cehe
"Safok" Qûlê wê girsê, ê hûrik jî hene
"Bêjing" Qûlê wê ne gelekî hûrike ne gelekî girse.
Peyvên ji hêrema Mêrdîne



23.02.2021 22:22 | pîroz

5. Xeber dan
Şitexilîn
Peyivîn
Qise kirin
Axaftin
Kî kîjanê bikar tîne bila bêje jkx.



24.02.2021 20:43 | xabûrî

6. Go (ji dêvla "ku") - Mêrdîn



24.02.2021 20:45 | xabûrî

7. peyivîn em li qoserê bi kar tînin. û gelek kêm jî ştexilîn.



24.02.2021 21:20 | keyomerd

8. li Batmanê zêdetirîn xeber dan tê bi kar anîn. li bal koçerên me jî zêdetirîn ştexilîn. û ji bilî wê ti cudahiyeke Êlihî ji herêmên din tuneye.



24.02.2021 21:37 | yûsiv

9. (bnr: devoka serhedê vs zimanê kurdî)



25.02.2021 11:44 | doesntmatter

10. Ji bo axaftinê;
Li ba me, li xarpêtê kurmanc dibêjin deng kirin û qal kirin.
Peyva qise kirin jî heye lê dibe ku ew ji zazakî derbasê kurmancî bûye.

Min li îranê, li xorasanê û bakûrê îranê peyva gep kirin bihist. Nizanim ew li deverek dî jî heye ya na.



25.02.2021 11:58 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên kurdî yên ku li hemberî modernîteyê têk çûne
» herêma baskê
» mirovên ku berçavka xwe didin li ser serê pozê xwe
» eşkere

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv tekili zimanpeyv tekili zimanpeyv tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî