Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 23 peyam
mehdî mêhvan e - tirşik
mehdî mêhvan e
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bernameya mehdî mutlu ye. Li ser kanala waar tv yê tê weşandin. Piştî weşanê, bername li ser youtubê jî tê parvekirin.

Min konsepta bernameyê gelekî eciband. Her hefte em hunermendek hêja nas dikin. Mehdî mêvanê wan dibe em jî mêvanê Mehdî dibin. Henekên Mehdî bernameyê xweştir dikin. Ev mêrik heqê şola xwe dide. Hemî bernameyên wî biqalîte ne.








24.02.2021 23:59 | kajav

2. navê bernameyê mehdî mêvan e lê mehdî tê bêjî qey malxweyê malê ye. bername çil deqe be nîv saetî mehdî diaxive û axaftinek virt û vala, henekên erzan û pirsên klîşe û gelek caran bêrêziya li hemberê xwediyê malê....
heyfa wî pereyê ku li vê bernameyê tê xerckirin, heqê mehdî ew e ku rahêje mÎkrofonekî gund û gund bigere bi gundiyan re bikeve kir, henekên di asta xwe de bike, bixwe vexwe û xwe li ser mêrg û giyayên gund hilavêje....

li aliyê din eynikek baş e ji bo mirov dinyaya teng û biçûk ya stranbêjên kurd bibîne.



25.02.2021 11:48 | endazer

3. videoyên wê bernameyê li ser youtubeê bi 100 hezar caran tên temaşa kirin.
serkeftinek baş e.



07.05.2021 18:47 | cinorek

4. Bernameyeka xweş e. Ez jî carinan ji hinek hereketên kek Mehdî aciz dibim lê birastî di karê xwe da serkevtî ye. Dema firaxan dişom temaşekirina vê bernamayê pir xweşiya min dere *)
Di nav tvyên kurmancî da kesên jêhatî kêm in. Hebûna kesekî wek Mehdî Mûtlû min kêfxweş dike



08.05.2021 17:35 | reşwanî

5. bernameyek serkeftîye hema gotinên mehdîyê pir elewat henin.
herge mehdî li vir dixwîne dixwazim bêjim ku bila ser gotinê xwe hinek bifikire. mînak çiqas bahoz72 heznakim jî waxtê ew û deno bûn mêvanê Mehdî dema Mehdî gazî bahoz kir got yaw tu hinek sipî bûyî yanî wateya vê gotinê çîye? gotinek pûç û vala..



08.05.2021 18:11 | doesntmatter

6. Di bernama dawî de min hem Çav kor kirin ji ber giriyê hem jî bi ken û tîqetîqa xwe hevalan şiyar kir. Cenabê salihê qubinî ji Mehdî re go şêxê gilover.*



10.05.2021 02:40 | asîmanê sêwî

7. ji bo wan kesên ku mêvan zêde tên mala wan em dikarin bêjin: haaauuww! hew mehdî maye ku nehatiye mala we! *



10.05.2021 17:24 | xwelî li ser

8. Li welatê ez dijîm (li koreya başûr) hijmara kurdan pir kêm e. Kurdên navdar tew tinne ne.

Xwezî Şahê Bedo koçî Koreya Başûr bikira da ku Mehdî were û li Koreyê bernameyek çêbike.



18 roj berê 08:49 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rêya lîkyayê [2]
rêya ku di navbera muğla (hisarönü) û antalyayê (geyikbayırı) ye ku ji...
rêya lîkyayê [2]
heya niha du heval piştî min çûn li vê rêyê meşiyan û her du jî ji niv...
rêya lîkyayê [3]
rêya ku ez û hevalekî em hefyekî li ser meşiyan û heftiyekî jî bi otos...
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehdî mêhvan e

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj komputerprogram muzikstrn muzikstrnbj komputerprogram muzikstrn muzikstrnbj komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî