Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
cimaeta nûr - tirşik
cimaeta nûr
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Cimaetek rêberê wê seîdê kurdî û dustûra wan rîsaleyê nûr e. Rêxistin ango komek îslamî ye. Li hemû bajarên tirkiyê û bakurê kurdistanê rêxistinkiriye.

Li navçeya me medreseyek vê cimaetê heye. Hevalekî min jî berpirsyarê wê ye. Roja êvara çarşemê civîn û suhbetên wan hene. Vêca ev du hefte ye, ji ber israrên hevalê xwe ji neçarî beşdarî suhbetê wan dibim. Tabî dema diçim 3-4 hevalên xwe jî bi xwe re dibim. Mirov rast bibêje, qedrê mirov digrin, hay ji mirov dikin, hurmetê didin me.

Hefta ewil em çûn, pêşî em li jûrek dirêj û mezin, li ser paldanka rûniştin. Her yekê ji me pirtûkek rîsaleya seîdê kurdî dan me û her kes paragrafek jê bidengkî xwend. Dor hate min jî, bi hawekî min dora xwe qedand. Paşê ecînê ji me re anîn. ( ji cimaeta feto ez elimandiyî van tişta me* ango bitecrube me /131212 ) bîstek paşê vêca camêrek por û rêha wî spî, bi profesor bang lê dikirin ( bi qasî min fêm kir li zanîngeha dîcleyê profesorê îlahiyatê ye) hat û dest bi suhbetê kir. Behsa bihuşt û dojehê kir. Gote ku " ew qaîdeya dibêjin bisilman piştî cezê xwe li dojehê bikşînin, paşê derbasî bihuştê bibin, derew e. Tiştek weha tune ye" di suhbetê tim şîret dikir ku heçî ê li wê sihbetê ji sibe pê de bila kesê derdora xwe hişyar bike û wan "davet" bike. Werhasil gelek dûvdirêj kir û piştî suhbetê peqlewe û çay ji me re anîn.

Vêca ez werim cihê min eleqedar dike, piştî suhbetê kesên pirsên wan hebûn, dipirsîn. Hevalekî behsa mîrasê kir. Min dî " profesor" pîj bû. Dest pê kir û got " ew fetwa tenê melê we yê kurd derdixin. Ji melên diyanetê bipirsin. Kurd mîrasê nadin jina filan û bêvan" vêca ez nema karim di cihê xwe de bisekinim. Heval çav mava ji min re dişkînin ku bo dengê xwe dernexim lê carek hêrs bûme çûye. Ez û " profesor" ketin minaqeşeya. Êdî bê ka tirsiya an bo cimaetê, min dî gav paşde avêt. Vêca ji dêlava kurda, peyva "yöresel( herêmî), şark ( rojhilat)" bikar anî.


Nêrînên min di derbarê vê cimaetê de: cimaetek dijminê kurda ye. Suhbet û axaftinên wan bi tirkî ne. Fikrên wan dijberî kurda ye. Ji alî îslamî de, min li medreseya wan qet quran nedît. Pirtûkdanek mezin hebû, hemû bi rîsaleyê bi devre bû. Ji xwe ew bi qasî ku min xwendekarên wan bihîst, quranê naxwînin. Seîdê kurdî ( bi gotina wan ustad) hingî mezin dikin wî dixin şûna peyamber û pirtûka wî jî dixin şûna quranê.

Axir, ez hingî bi wan re ketim minaqeşê, bawer nakim carek din gazî min bikin. Serî kurdayetiya xwe em ji ecîn û peqlewê jî man*



25.02.2021 00:07 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» cimaeta nûr
» nûredîn ebdurehman camî

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi mitoloji oldin perwerdehi mitoloji oldin perwerdehi mitoloji oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî