Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 17 peyam
    kul û derdê herî mezin ê nivîskarên tirşikê - tirşik
    kul û derdê herî mezin ê nivîskarên tirşikê

    Navê mijarê ya ewil ev bû:kul û derda herî mezin a nîvîskarên tirşikê
    (16) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. [Kul û derdê heval.js bû]


    Bixwe ê min jinga agirê kurdî û kurdistanê ketiye dilê min, kul û derdê min yê herî mezin azadbûna netewa me û xelasbûna wê ji bişaftinê ye.


    Heke mirov behsa kul û derdê şexsî jî bike, wekî her xwendekarî ya min jî, biserkeftî qedandina zanîngehê û dîtina karek baş e. Wekî din jî helbet derd hene lê yên di rêza pêşî de ev in.



    28.02.2021 17:55 | tîrêj zana 21

    2. Ji bo xwe bêjim dema mirov dibê dê û bav qula herî mezin hingî dibîne ku cara yekem be ev. Dilê min tu care rehet nabe her tim xwedê neke lê wekî bebeka min nexweş tê min.



    28.02.2021 19:06 | ronahî

    3. derdorê min da kesek min fehm dike tûne, bi taybetî malbat û hevalên min. mixabin rewşa herî xerap bo min ev e û alî din azadî jî derdê netewa me ye.



    28.02.2021 22:48 | doesntmatter

    4. Bindestî û mêtingerî, bi wan ve girêdayî jî hemû derdên din.



    28.02.2021 23:44 | elfesya

    5. deqekî, ka ez bipîvim......................................................................................................................................................... bêxîretî. *

    bêhenek: niha pere ye şikir ji xwedê re.



    01.03.2021 13:40 | xwelî li ser

    6. Êşa panîk atakê, tiraliya li ser min, ezmûna zanîngehê...



    01.03.2021 14:04 | yûsiv

    7. Kul û derdê herî mezin hebûn e. Mirov tinne bûya jixwe derdê din jî çênedibû.*



    01.03.2021 15:40 | edd

    8. Kul û derdê minî herî giran eve ku ez nizanim kul û derdê xwe çewa rayîwebikim *



    02.03.2021 00:07 | shorbevan

    9. Di sernivîsan de tevlihevkirina peyvên mê û nêr. Û rast nekirina wan Peyvan.



    12.05.2021 16:57 | giyanstêr

    10. Caranan berî ku ez bi xew re herim, li nav livînan ev pirs di bîra min de derbas dibe:" Gelo, ê temenê min bigihê û ezê bibînim welatê me û zimanê me ji bindestîya ker û kûçikan xilas bûye?"



    12.05.2021 22:41 | pîroz

    11. Kî çi dibêje bila bêje lê aniha mezintirîn derd pandemî ye. Ez ne ku yekî pirr sosyal û gerok im lê wek derûnî, qebûlkirina vê rastiyê dil û rihê min diguveşîne. Ez bîra jiyana xwe ya beriya pandemiyê nabim. Ez dibêjim qey roja ku ji dayika xwe bûme ev nexweşî hebûye. Jiyana bê Rûpoş, serbestîya dest û lingan, bêhna sikak û kolan û parqan wek xewneke dûr duxiye.



    12.05.2021 23:52 | ferhenga şikestî

    12. Kul û derdê kê?

    A) a nivîskarên tirşikê
    B) ê nivîskarên tirşikê
    C) nizanim
    D) dev ji me berde



    14.05.2021 10:42 ~11:07 | giyanstêr

    13. sernavê ku bi xwe bûye kul û derdê me tirşikvanan.*



    14.05.2021 11:15 ~11:16 | biruya hayao miyazaki

    14. (bnr: kul û derdên herî mezin ên nivîskarên tirşikê)

    (bnr: kul û derdê herî mezin ê nivîskarên tirşikê)

    Divê sernav were guhertin. Ka edîtor û moderator û redaktor û reaktorên* tirşikê li ku derê ne?*


    *Edît bo serxwebûna min*



    14.05.2021 11:19 ~11:35 | xelîl

    15. Mijara ku bi sernavê xwe ji bo min bûye kul û derd*



    14.05.2021 11:34 | xelîl

    16. wan çaxan de ji ber xebat u mijulbunen xwe wexta minê gelek teng dibe. piştre, mesele u daxwazen min ên ferdî jî wexta mayî tije dike. bi vi awayi, mixabin derdên min jî li gor vî jîyanî tê hêwirandin. dibin derdên ferdî. ma derdên din têrê nedikir? sipassss dinê, jîyan u porreş.***



    12.03.2022 19:33 ~19:31 | heval.js

    dengdanên dawîn (yên din..)
    ji bo bûna nivîskarê tirşikê divê şert çi bin [1]
    Divê çar meh û pazde roj, her şev, dor seat yekê rabe, destmêja xwe bi...
    di tirşikê de piranîya tirşikvanên sêrtî [1]
    Belê zehfin, ji rehmê. Strara xwedê li ser wan be û ser min jî. Jiber ...
    qulor kirin [1]
    kingê jûji dikeve talûkeyê, wekî dema însanek nêzîkî yekî bibe, hingê ...
    gup lê xistin [1]
    An jî gûp lêxistin, ji bona zarokan gûpik lêxistin Wexta tiştekî vexw...
    şîrê keran vexwariye [1]
    Şîrê ku rehmetiyê kalikê min bi rastî vexwertîye. Dema kalikê min le...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kulm û pehîn
    » derdê giran
    » herikîna hişê tirşikvanan
    » mezinahî
    » nivîskarên hema mijaran dinêrên
    » tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

    Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî