Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; postmodernîzm
peyamên çepikkirî

139044. Di wêjeyê de hilweşandina edet û qaîdeyên modernîzmê an jî vegotina kevneşopî ye. Peyv bi peyv wateya wê "piştî modernîzmê" ye. Êş û kelemên takekesî yên ji ber şaristanî û bajaran dertê, bi riya lehengên honandî tên sêwirandin. Cih û dem peywirên xwe yên berê diterikîne, ji ber ku nivîskar êdî giringî nade rastîtirkirina bûyeran ku ji xwe di nav wan vegotinên postmodern de bûyer ya tune ye yan jî di nav honakê de ne di astekê balkêş de ye. Li şûna bûyerê hêmana çavdêriyê/impression giraniya xwe dide. Ev bi hemdê tê çêtirdîtin, jbk nivîskar mîna yên berê xwînerên pasîf naxwazin, berevajî him xwînerên entelektuel û him jî yên bajarî dixwazin ên ku çavkaniyên lehengên wan in. Dixwazin ku kul û derdên karakter derbasî xwîneran bin û hevkarîgeriyek derkeve holê. Di encamê de dixwazin xwîner jî mîna karakteran bikeve nav buhrana hebûnê. bi saya dawiyên-ne-dawî jî rehetiya wan xera dikin û kêm zêde digihîjin vê.

egzistanyalîzm û derûnnasî du qadên giring in bo berhemên postmodernist.

(bnr: intertextual)
(bnr: stream of consciousness)
(bnr: parodî)
(bnr: pastîş)
(bnr: îronî)



06.06.2013 16:08 | endazer