Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
mehmed paşa - tirşik
mehmed paşa
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mehmed paşayê bi navê xwe yê nav gel de berbelav e "Mîrê Rewandizê" ango (bnr: mîr mihemed rewandûzî) di pirtûka "kurdistan û kurd" ya ebdûlrehman qasimloyê gorbihişt de weha hatiye behs kirin:
"...
Yek ji wan kesê ku bi azayetî bi Tirkan re şer kiriye, Mehmed Paşa yê bi navê "Mîrê Rewandizê" bi nav û deng bû Mehmed Paşa, esker berhev kirin û li Rewandizê kargehek çeksaziyê damezirand û tê de xencer, tiving û heta top jî dihatin îmalkirin. Di demeke kurt de nêzîkî du sed topan çêkirin ku heta niha jî nimûneyên wan li Rewandizê û di muzexaneya bexdayê de mane. Mehmed Paşa, leşkerekî ji 30 hezar kesan zêdetir pêkhatî amade kir û di sala 1826' an de serxwebûniya welatê xwe îlan kir. Ev mirovê han ê qehreman, di demeke gelek kurt de serkevtiyên gelek berbiçav bi dest xistin; navçeya Mûsilê, mêrdînê û cizîrê girt û hukmê wî jî bexdayê bigir heta bê bigihê sînorê iraqê, sûriye û îranê derbas dibû. Mehmed paşa, bi birahîm paşayê kurê paşayê misrê, ku bi tirkan re şer dikir, ji bo ku ji her du milan ve êrîşê împaratoriya osmanî bikin, peywendî danî. Dema ku sultan bi vê yekê hesiya leşkerek mezin şand ser Mehmed Paşa, ev êrîş bi ser neket, lê gelek bi ser re derbas nebû, Mehmed Paşa, bi teşwîqa fetwa meleyan, teslîmê sultan bû û çû stenbolê. Li gor wê fetwayê li dijî xelîfe şerkirin gunehekî mezin bû dema di vegera xwe de, bi destê kirêgirtiyên tirkan li trabzonê hat kuştin.
..."



10.03.2021 08:57 ~08:58 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmedê zêde
» paşa amedî

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand dirok yendin jiyan cand dirok yendin jiyan cand dirok yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî