Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
seboreîk dermatît - tirşik
seboreîk dermatît
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi îngilîzî, seborrheic dermatitis
nexweşiyeke çermî ye, ku bi piranî li ser rû û porê de derdikevê, ji ber ku çerm zêde bi donekî dibe, qemûşk digirê.
bi vê yekê re por bikenk dibe û diweşê, reh û birh jî bikenk dibin lê ew naweşin, li ser poz/bevilê jî sor dibe.
heya niha bijîşkiyê çareseriyeke vebirî nedîtiye, mixabin :/

ev nêzîkî 3 salan bandora vê nexweşiyê li ser pora min berdewam dike, bi dermanên ku bijîşk pêşniyar dike, ji bo demeke kurt çareser dike, lê piştre dîsa dest pê dike. bi stresê û hwd jî têsîra wî zêde dibe.
hin ji van dermanan: betnovate, ketoral, konazol



16.03.2021 13:37 | merwano

2. bi werihandina çermê rûyê mirov, carina mirov dibeecîne. ev 10 sal in bi min re jî heye. ev 2 sal in ku krema protopic bi kar tînim. tê de tacrolimus ku îmmunsupresîf e û forma wê ya oral, piştî neqla organan, ji bo pêşîlêgirtina redda organan tê bikaranîn. ez heftîyê an jî 10 rojan carekê bi kar tînim û eger bi karim bi rêk û pêk bi kar bînim, pêşî li problemên di rûyê min de, digire. ez bawer im dîrekt jî tê firotin lê eger jê re rapor were derxistin, erzantir e. teqez pêşnîyar dikim. wek kremên bi kortîzon, zararek wê ya berbiçav jî tune.

di vê navberê de ev nexweşî an jî nîşaneyên vê nexweşîyê, her wiha yek ji krîterên nexweşîya lupusê ye jî. (bnr: lupus eritematozus) dibe ku mirov di eslê xwe de lupus be jî.



16.03.2021 21:32 ~21:33 | simurg56

3. Nexweşiya ku lehnet lê be çawa çareseriyeke wê bi temamî tune fêhm nakim. Ev belkî 4-5 mehe jê xelas3 nabim. Havînî ketoral û betnovate bi hev re bi kar anî feyde nekir, çûm dextor loprox nivîsand dîsa feyde nekir. Herî dawî Min çû vichy dercos kirî ku her kes wesfê wê dida, bi heviyên mezin min bi kar anî, rûna (nizanim ev peyv çiqasî ji bo wê tê bi kar anîn) wê jê dibir lê xwarindina wê berdewam dike.
Xwedê vê nexweşiyê nede serê kesî, lehnet3 lê be bavê min :/

Edît: vê dawiyê bilaxten, momecon losyon nivîsand wek ku xwarindina wê hinekî sekinî, lê dîsa jî car caran dixwere



18.01.2023 18:19 ~2023.02.16 13:32 | merwano

4. nexweşîyeka çermî ye ko di glandên (nizanim kurmancîya vê peyvê) sebase de tê. navê wê jî ji wir tê. ji 14 salîyê xwe ve bi min re heye û ji bo wê momecon û ketoralê bi kar tînim. mixabin ev dermanane hew dema tu bi kar tînî kêr tên, dema tu ji wan biqerî di du heftîyan de rewşa te dibe wek berê. glandên sebase li ser laşê mirovan di nav çermê por, binçeng û rûvê de hene loma ev nexweşîye dişê li her sê cîyan jî hebe lê ya min hew li porî ye xwedê kirî.



04.02.2024 21:19 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» seboreîk dermatît

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî