1. hêviya min a lidarxistina dersa îngilîzî ye bo nivîskarên tirşikê yên jêhatî û xwedî xîret. bi demeke dirêj e ez lê difikirim lê dibe an nabe, nizanim. |
|
27.03.2021 00:38 |
mirovekirind
|
2. Hewldan û projeyek kêrhatî ye. Ger pêk were û sazkar min qebûl bike, bikêfxweşî dixwazim beşdar bibim bo fêrbûnê. Bawerim ezê li dersan miqate bim. |
|
27.03.2021 23:56 |
tîrêj zana 21
|
3. Wele zehf baş e. Ji dêlva mamosteyên tirk mamosteyek kurd bo fêrbûna îngilîzî yê kêrhatîtir be ez bawerim. Ez ê bêtir bixwazim hîn bibim. Û şertên ji bo dersê tev li min hene elhemdulelrhehwhagsh * |
|
28.03.2021 13:42 |
xwelî li ser
|
4. Min ê jî dora xwe danî ba li ser tenûrê lê mamoste, bi taybetî xorta ji xwe re diki şagirt:( |
|
28.03.2021 18:00 |
pîroz
|
5. Projeyeke bêhempa ye. |
|
29.03.2021 10:29 |
xabûrî
|
6. çar fêrber ên zîrek bes e û ji serê min jî zêde ye bo derseke rêkûpêk û bikêf * spas bo eleqedarîya we! |
|
03.04.2021 20:43 |
mirovekirind
|
7. Gelek spasiyê li hemdê mirovekî rind dikim. Li hêviya dersê me. Lê bi min kesên din yên bixwazin jî beşdar bibin xisara wan tune ye. |
|
03.04.2021 22:22 |
tîrêj zana 21
|
8. fikreke baş e. lidarxistina wê li ser peyaman dimeşe. |
|
14.04.2021 17:26 |
mirovekirind
|
9. Dersa me ya yekem berî nîv saetekî qediya. Ji ber pirsgirêkên teknîkî hevalên me min di polê de tenê hiştin. Hemû barên şagirtiyê li ser pişta min bû. * |
|
15.04.2021 23:14 |
xwelî li ser
|
10. Ji ber mêvana ez ji vê dersa yekem mam mixabin. Lê Xwedê bê erê ez ê teqez tevlî dersên din bibim. Mala fêrker mirovekirind ava be. |
|
15.04.2021 23:22 |
xabûrî
|
11. dersa ku ji ber bihîstoka min de pirsgirêk hebûn, çiqas jî min hewlda min nikaribû beşdar bibim. lêborînê ji mamoste û hevala dixwazim. xwudê hes bike carek din ezê bêpirsgirêk beşdar bibim. |
|
16.04.2021 15:15 |
tîrêj zana 21
|
12. ji bo pêkanîna derseke weha, dema zengil lê xist divê fêrber di fêrgehê de bicih bin * |
|
23.04.2021 18:07 |
mirovekirind
|
13. dersa ku me gotibû "em heftê carek dersek daînin baş e". heya niha nebû pêkan ku her hefte bibe dersek. di dema borî de, carinan min nekarî ders daînim, carinan fêrber roj û saeta dersê erê nekirin. axir, heya niha me 4 ders danîye, ez ne şaş bim. fêrber bixîret in. ez ji wan razî me. xwedê hez bike, em dê dersa xwe bidomînin. |
|
05.06.2021 22:28 ~2021.06.06 00:34 |
mirovekirind
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |