Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dersa îngilîzî bo nivîskarên tirşikê - tirşik
dersa îngilîzî bo nivîskarên tirşikê
(18) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. hêviya min a lidarxistina dersa îngilîzî ye bo nivîskarên tirşikê yên jêhatî û xwedî xîret. bi demeke dirêj e ez lê difikirim lê dibe an nabe, nizanim.

mebest ji vê hewla min ew e ku nivîskarên jêhatî, nemaze yên xort, bikaribin bi mirovên hemû dinyayê re bi nivîskî û devkî têkilî daînin. û xwe bigihînên çavkaniyên lîteratûra bêsînor yên cihanê. bikaribin bixwînin, çi rojname, çi malperên torê, çi pirtûkên authentic.

bi zimanek fêrbûn ne bi mehek e, ne jî bi salek e. rê dirêj e. mirov gav bi gav xwe pêş ve dixe heya bigihe armanca xwe. ez dibêm heye ku yên meraqdar li vir jî bi çend gavan xwe pêş ve bixin bi xêra min û zimanzanên din ên di navbera me de. ez bawer im kurmancînûsên xort ên îro ku hejmarên wan gelek kêm e, di pêşerojê de dê her yek bibin takekeseke hêja. bi zimanê îngilîzî ku zimanekî xurt û berbelav e, dê rê li ber wan vebe û ji aliyê gelek tiştan ve ew dê xwe bigihînin asteke bilind.

çend şertên dersê hene.
- fêrber divê bijarte bin: jîr û jêhatî bin da ku sebra min were û ez jî kêf ji vê karê bistînim û ders berdewam be. wekî din ne em wextê hevdu bigirin û ne jî bîlasebeb em xwe bibetilînin.
- fêrber divê dersan dubare bikin da ku zûtirîn wext bielimin. ji bilî roja dersê divê li rojien din jî fêrber li ser zimanî hûr bin.
- berî her tiştî divê wextê fêrberan hebe da ku heftê carek em bi rehetî bikaribin dersek li dar xin.
- hejmara fêrberan bi pêkanîna fêrgehê ve girêdayî ye. belkî 2 an 3 fêrber û perwerdekarek. an jî li gorî lidarxistina fêrgeheke din ku ez lê difikirim, sê an çar fêrber û du an jî sê kesên perwerdekar (kesên ku bêhtir dizanin).

ji kerema xwe fikrên xwe bilêv kin, û tiştên li jor binirxînin. bila herkes pêkanîna vê yekê bibîne.



27.03.2021 00:38 | mirovekirind

2. Hewldan û projeyek kêrhatî ye. Ger pêk were û sazkar min qebûl bike, bikêfxweşî dixwazim beşdar bibim bo fêrbûnê. Bawerim ezê li dersan miqate bim.



27.03.2021 23:56 | tîrêj zana 21

3. Wele zehf baş e. Ji dêlva mamosteyên tirk mamosteyek kurd bo fêrbûna îngilîzî yê kêrhatîtir be ez bawerim. Ez ê bêtir bixwazim hîn bibim. Û şertên ji bo dersê tev li min hene elhemdulelrhehwhagsh *



28.03.2021 13:42 | xwelî li ser

4. Min ê jî dora xwe danî ba li ser tenûrê lê mamoste, bi taybetî xorta ji xwe re diki şagirt:(
De xem naki. Ên ko tevlî bibin, Xwedê biki ko xêrê jê bibînin û zimanê xwe xûrt bikin.



28.03.2021 18:00 | pîroz

5. Projeyeke bêhempa ye.
Welle ez jî dixwazim fêr bibim, ez hinekî hewl jî didim lê dema ku pratîk tunebe bi rastî jî zehmet e, zû tê ji bîr kirin. Ûûû tiştekî meraq dikim gelo ji bo xortbûnê temenê herî dawî çend e gelo? (-._.-)



29.03.2021 10:29 | xabûrî

6. çar fêrber ên zîrek bes e û ji serê min jî zêde ye bo derseke rêkûpêk û bikêf * spas bo eleqedarîya we!

tîrêj, xwelîser, pîroz û xabûrî. em ê hewl bidin bo destpêkirinê.

bo 4 namzetên hêja, dêvla azmûnan, ez dê mamikek li vir deînim.

mamik: "sê fêrber, hat ber hev, li peyam binêr, ji kêfan bifir'!" ev çi ye? * li peyaman binêrin fêrberno!



03.04.2021 20:43 | mirovekirind

7. Gelek spasiyê li hemdê mirovekî rind dikim. Li hêviya dersê me. Lê bi min kesên din yên bixwazin jî beşdar bibin xisara wan tune ye.



03.04.2021 22:22 | tîrêj zana 21

8. fikreke baş e. lidarxistina wê li ser peyaman dimeşe.



14.04.2021 17:26 | mirovekirind

9. Dersa me ya yekem berî nîv saetekî qediya. Ji ber pirsgirêkên teknîkî hevalên me min di polê de tenê hiştin. Hemû barên şagirtiyê li ser pişta min bû. *
Zehf xweş bû dersa me. Bi kêfxweşî derbas bû. Min axlebê gotinên mamoste fêm dikir. Lê di bersivan de hinekî qels bûm. Û hinekî kelecanî jî bûm min carna jibîr dikir ka mamoste ji çi re gote repeat.
Mamosteyê me mirovek rind e wek navê xwe. Dîsa Spas dikim ji vir. An thanks. *



15.04.2021 23:14 | xwelî li ser

10. Ji ber mêvana ez ji vê dersa yekem mam mixabin. Lê Xwedê bê erê ez ê teqez tevlî dersên din bibim. Mala fêrker mirovekirind ava be.



15.04.2021 23:22 | xabûrî

11. dersa ku ji ber bihîstoka min de pirsgirêk hebûn, çiqas jî min hewlda min nikaribû beşdar bibim. lêborînê ji mamoste û hevala dixwazim. xwudê hes bike carek din ezê bêpirsgirêk beşdar bibim.



16.04.2021 15:15 | tîrêj zana 21

12. ji bo pêkanîna derseke weha, dema zengil lê xist divê fêrber di fêrgehê de bicih bin *



23.04.2021 18:07 | mirovekirind

13. dersa ku me gotibû "em heftê carek dersek daînin baş e". heya niha nebû pêkan ku her hefte bibe dersek. di dema borî de, carinan min nekarî ders daînim, carinan fêrber roj û saeta dersê erê nekirin. axir, heya niha me 4 ders danîye, ez ne şaş bim. fêrber bixîret in. ez ji wan razî me. xwedê hez bike, em dê dersa xwe bidomînin.

ders li ser zoomê dimeşe. dersa me ji sedî heftê û pênc (%75) bi axaftinan (speaking) re derbas dibe. hema hema bibêje em qet berê xwe nadin rêzimanê. bo her dersê ez mijarek hildibijêrim. wêneyeke bi vê mijarê re têkildar dibînim. dema dersê, bi rêya taybetiya screenshare a sepana zoomê em hemû li wê wêneyê dinêrin û li ser diaxivin.

dersa me ya heftane her çiqas bi axaftinan re derbas be jî, bingeha teknîka me ya fêrbûna zimanan ku ez dixwazim bixebitînim, ji xwendinê (reading) pêk tê. dersa me ya axaftinê ya heftane, zêdetir wek motîvasyon û temamkirina xwendinê ye.

bo xwendinê, fêrber her yek ji xwe re pirtûkek dixwînin. lê belê ne pirtûkên ku bo fêrberan hatine amadekirin, na, rasterast romaneke otantîk bi îngilîzî hatiye nivîsîn hildibijêrin û dixwînin (an jî wergereke guncav). a girîng, divê ev roman bi zimanekî basît hatibe nivîsîn. hin romanên ji wêjeya zarokan an ji wêjeya xortan hene, bo xwendinê gelek guncav in. rojê yek rûpel bixwînin besê wan e. ya rast, nîv rûpel jî qîm dike, bes fêrber ji romana xwe, ji çalakiya xwendinê dûr nekeve.

heke ziman û hevoksaziya romanê basît be, ez xwebixwe, bi rêya xwendina romanan dikarim zimana îzlandî jî hîn bibim, ne xem e, bes divê mirov ji wê zimanê hez bike. asta zimanzaniya te kêm be jî tu dikarî romanan bixwînî. hûrgilîyên vê yekê me di dersê de qal kiriye.

li aliyê din, me biryar da em karê nivîsînê (writing) jî bimeşînin. fêrber tiştinan dinivîsin, ez serrast dikim. fêrber çav li nivîsa xwe ya serrastbûyî digerînin û pasaja xwe ji nû ve ava dikin û nivîsa xwe ya serrastbûyî li driveê tomar dikin. nivîsên kemilî ên fêrberan, yek bi yek, bi vî awayî ew dê bibin arşîvek wek nivîsên wan ên li tirşikê (bêguman bi îngilîzî). em di navbera xwe de bo parvekirina nivîs, pirtûk û gelek materyalên dersê, Drivea googleê bi kar tînin. zoom û drive belaş in. dersa me jî hema wisa.



05.06.2021 22:28 ~2021.06.06 00:34 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dersa kurdî hilbijêre!
» îngilîzî
» nivîskarên mêr ên tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: ziman tirsik perwerdehi ziman tirsik perwerdehi ziman tirsik perwerdehi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî