Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
neynika nimêjê - tirşik
neynika nimêjê | 2011
Nivîskar: mele mihemedê neynikî | kurdî erebî | dînî | 136 rûpel

"... nivîskar di vê berhemê de ji bo nimêjeke tam û bêkêmasî ji mirovê nimêjker re dibe rêber û arîkar."...
neynika nimêjê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûk rêberekê xweş a nimêja şafiyan e. bi min li tirkiyeyê kurdên şafî yên ku ne dîndar in û biryar dane xwe tiştin derheqê dînê bielimînin, dînê xwe bi saya kitêbên henefiyan nas dikin û bivê nevê bi ya îmam henefî tev didin. ji ber vê rêberên kurdî yên dînî bi qîmet in. xwedê ji nivîskarê wî razî be lê belê mixabin ji aliyê naverokê ve gelek kêmasî tê de hene, tu yê bibêjî qey ji bo zaneyan hatiye nivîsandin. dema min xwend, (ku ev salan in herçiqas min xwe wekî şafî bi nav dikir jî bi ya henefî tev dida) gelek pirsên min li hewayê ma.

* bi min kêmasiya herî mezin nebûna xwendin û maneyên diayan e. ha xwezî wekî pêşnîyaz hinin sûreyên kin jî yên ku wekî sûreyên nimêjê tên binavkirin, tê de cihên xwe bigirtina mîna nas û felaq û îxlas hwd. lê heke hûn berê nizanibin divê herin ji derekê din wan bielimin. lê di gelek rêberên mezheba henefiyan de cih didin xwendin û maneyên diayên teknîkî û sûreyên kin jî. lê dîsa jî di vê tunebûnê de ji aliyê rêdana destmêjgirtin û nimêjkirinê ve wêneyên kitêbê xweş rêbertî dikin.

* rêber cih nedaye, lê heke nimêjkerek (nimêjkiroxek) diaya qûnûtê nizanibe, heta ezberkirinê dikare diaya "rabbena atîna..."yê bixwîne yan jî li şûna wê 3 caran tenê "allahumexfirlî" an jî "ya rabbî" bixwîne.

* rêber negotiye, di nimêjên ferzê yên çar rekatî de ka em ê di çiqasên wan de piştî fatîheyê sûreyek bixwînin. henefî di sê rekatên ewil de dixwînin. lê bi ya şafî du rekatên ewil. û bi min teqez tiştekî wiha di pirtûkê de divê hebaya: Here lînkê)

* berî çûyîna rukûyê û berî çûyîna secdeyê şafî destên xwe radikin û tekbîr dixwînin. ev tiştekî mecbûrî ye yan na, nizanim lê kitêb behs nekiriye. dê û bavê min radikin. îja ji aliyê teknîkê ve divê çawa bê kirin baş nizanim.

* ferz, qeza û sunet... min nedît ka di wextekê nimêjê de divê berî viya, piştre viya bikin. ev meseleya sunetê jî ronî nake ku min terikand * ku qasî dizanim heta ku nimêjker deynên xwe nede sunet jê re ne "ferz"e (ji xwe ne ferz e, êdî bi devê dînî ev rewş çawa tê binavkirin nizanim belkî "deyndarî"?)

înşale ev pirtûk rêberekê temam be.



29.03.2021 22:50 ~23:05 | biruya hayao miyazaki

2. Bi avakirina mijara vê pirtûkê re biruya hayao miyazaki wek ko destê xwe avêtîye Heccê.
Ez jî yek ji wan xwelîsera me ko bi demekê ketibûm nav pêlên sofîktîyê û ji ber ko sofîk gişa Henefîh bûn û pirtûkên ko me didan xwendin piranî li ser rêberîya bawerîya Henefîyan bû min tu sûdê ji wan nedigirt. Mirovek zana yan meleyek jî tunnebû jê bipirsim. Hêza min nedigihişt ko xeletên xwe serrastkim û bersivên qewîn ji pirsiyarên girêdayî îtîqada xwe dest bixim.

Jêrnivîs:
Çawa min derfet dît ez ê pirtûkê bikirim û bixwînim. Ji niv re pêşniyar û dîtinên xwe li vir parve bikim.
Û mala te hezar carî ava birêz biruya hayao miyazaki ko te min agahdar kir. Xwedê xêra te binivîse;))



30.03.2021 12:46 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» neynika nimêjê

Kategoriyên mijarê:: pirtuksiyasi pirtuksiyasi pirtuksiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî