1. ji berê de ye ji pastîşan hez dikim. ji aliyê bûyer û honandinê ve ti ferqa supermen û batman tune ye an jî ferqekê mezin di navbera sherlock holmes û arsène lupin tune ye, yekî diz û ê din dedektîf, hew. lê vegotin û sêwirandin, vesazkirina lehenga û bûyeran ji hev vediqetînin û wan ji teqlîdiyê rizgar dikin û bi serê xwe dibin berhemeke cuda, her çiqas hinin jêwergirtin bihewînin jî ku dîsa jî reseniya xwe ava dikin. rêzefîlma the irregulars jî bi min têdikeve nav pastîşan û pîrozkirinê heq dike. ha gelek şerlokiyan bi êrîşekê bêwijdanî ev reben di imdbê de li erdê xistiye lê ev ne îstîsnayeke wê ye; hemû berhemên ku ji sherlock holmesî îlhamê digirin, para xwe ji xezebên şerlokiyan distînin û rûdinin cihê xwe. mixabin ji bo astengkirina vî tiştî divê qanûnek derkeve û şerlokî bitirsin. :/ |
|
02.04.2021 00:58 ~01:01 |
biruya hayao miyazaki
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |