Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
the irregulars - tirşik

di serdema londona vîktoryen de, dr.watson ji ber bûyerekê nesiruştî serî li komekê dide bo çareserkirina pirsgirêkê. ji xêncî bûyerên polîsiye yên dersiruştî; têkiliyên navmalbatî, sêwîbûn, hevaltî, ...
(1 şîrove)
the irregulars
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji berê de ye ji pastîşan hez dikim. ji aliyê bûyer û honandinê ve ti ferqa supermen û batman tune ye an jî ferqekê mezin di navbera sherlock holmes û arsène lupin tune ye, yekî diz û ê din dedektîf, hew. lê vegotin û sêwirandin, vesazkirina lehenga û bûyeran ji hev vediqetînin û wan ji teqlîdiyê rizgar dikin û bi serê xwe dibin berhemeke cuda, her çiqas hinin jêwergirtin bihewînin jî ku dîsa jî reseniya xwe ava dikin. rêzefîlma the irregulars jî bi min têdikeve nav pastîşan û pîrozkirinê heq dike. ha gelek şerlokiyan bi êrîşekê bêwijdanî ev reben di imdbê de li erdê xistiye lê ev ne îstîsnayeke wê ye; hemû berhemên ku ji sherlock holmesî îlhamê digirin, para xwe ji xezebên şerlokiyan distînin û rûdinin cihê xwe. mixabin ji bo astengkirina vî tiştî divê qanûnek derkeve û şerlokî bitirsin. :/

her wiha. dîsa jî rexneyin min hene, ez nebûm heyranê the irregularsê. di hinin beşan de bi rastî honak temaşevan dikişandin nav xwe wekî ên 3, 4 û 5em. lê di yên mayî de nepenî ya pir hêdî diket berçavan yan jî pir zû, bêyî surprîz. ku di vê cûre rêzefîlman de ev taybetî kêfxweşiya jiyîna honakê dikuje. mîsal peywira dr. watson ji serî heta binî pir xweş hatibû vegotin lê berevajiya wî, ya sherlock holmes tehma devê min xera kir. erê ev rêzefîlm çîroka sherlock holmes venabêje, pênç kes hene û bûyerên ku derûdorên wan diqewimin, di encamê de sherlock holmesî dikişînin nav xwe lê dîsa jî bendewariya min hebû ku s. holmes bi rolekê giran tê de bi cih bibe. lê nebû.

di çêkirina lehengan de ti resenî tune ye bi rastî. feqet tê de min ji billy pir hez kir, ya rastî lîstikvanê ku billy niwandiye, jojo macari pir bala min kişand. lêv û çav û birû û hwd pir xweş in lê bi tevahî wekî sûret, xort ne xweş e lê bi gotina pêşiyan keleş e. him jî çi keleşî. lê ev ecibandina min tenê ji hêle estetîkê ve ye, ez ji esmeran hez dikim. temam belkî şansên yên jî hene sadfgfhg. *



02.04.2021 00:58 ~01:01 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the stoning of soraya m.

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî