Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
teşî - tirşik
teşî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. koçerên tirkmen jê re dibêjin; ''kirman, kirmen, iğ, ik''

koçerên kurmanc û şekakan jî jê re dibêjin; ''teşî''

teşî ew halet e ku pê hirî tê rêsan, beng pê tên çêkirin...

tê bîra min wextê ez zarok bûm, ez bi diya xwe re diçûm alençê. wê heta êvarî teşiya xwe çerx dikir ha çerx dikir.



05.10.2013 16:43 | cinorek

2. navê straneke gelêrî ya kurdî ye.. cara pêşîn koma amed gotiye..



'De bi lûr lûr lûr lûr lûr

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê

Teşiya min ji dara darê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr

Lê dirêsim ji heriya karê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê

Ez îşev çûm dîlanê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr

Ketime milê wê yarê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê



De bi lûr lûr lûr lûr lûr

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê

Teşiya min ji dara biyê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr

Lê dirêsim heriya mîyê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşîyê

Ez işev çûm dîlanê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr

Ketime milê ber bûkê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşîyê



De bi lûr lûr lûr lûr lûr

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê

Teşiya min ji dara merxê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr

Lê dirêsim heriya berxê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşîyê

Ez îşev çûm dîlanê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr

Ketime milê wê keçkê

De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê'







05.10.2013 19:05 | endazer

3. Peyva ku li cem me ji ajala yusufçuk re tê gotin.



05.10.2013 22:02 | bayesar

5. alava ku dema ez biçûk bûm, dapîra min jî bi kar dianî. em li bajarê mezin bûn, ez bawer im ji bo keyfa xwe bi kar dianiya.

ji bo teşî bi lez li dora xwe bizivire bi lebatek lezgîn teşiyê li ser çoga xwe digirgirand û ji tayê wê digirt û radikir, ev teşî li hewayê li dora xwe diziviriya. û bi vî awayî hirî jî li dora xwe diziviriye û dibû ta/ben. paşê ev beşa ku li hev ba bûye, li teşiyê dipêçiya û derbasî beşa din dibû. tiştek ecêb e welhasil.



06.10.2013 12:12 | simurg56

6. di çanda kurdî de alaveke ku ji bo hiriyê birêse tê bikar anîn. zarokatiya min, jinên me yên pÎR Û Meteke min tîne bîrya min. meta min wisa jêhatî bû ku dema ku di rê de dimeşiya jî teşî dirêsa û ez metel dimam ka çawa him dimeşiya û him jî teşî bikar dianî...



straneke koma amedê ye jî. Koma amed-teşî







06.10.2013 16:57 | nuçevan

8. peyvek ermenkî ye. Erm. tʿeši (wîkîpedîa)



05.03.2014 22:15 | havka

9. Ma zazakî vanî rêşta (m). Mûyê biz û mêşnan ra pê rêşta kendîl viraziyeno. Maya mi verê zaf viraştinî la nika yew nê kar û xebat rê eleqedar nêbeno.



06.07.2020 21:21 | kajav

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» teşî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî