Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê - tirşik
yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê
(37) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. civîna tirşikvanan e ku li ser twitter space bê pêkanîn.

em dikarin rojekê ji xwe re kifş bikin civînekê bi moderatoriya hevalek li vir ve bikin. bila bibe şevbuherkek tirşikî*)



13.04.2021 16:47 | de facto hozan

2. Civîna ku peyama wê ji bo çi 2 reşşik stendiye meraq dikim.



14.04.2021 12:01 | xabûrî

3. Ew derfetek baş e ku em hem reklama tirşikê bikin.
Di wan odeyên twitter spacesê de gellek kurdên xweş ziman hene.



14.04.2021 15:16 | cinorek

4. dîrok û seet?



14.04.2021 19:27 | doesntmatter

5. Dîsa silav nivîskarên ezîz. Peyama min du reşşik standine nizanim çima * lê ji bo ku yên twitterê bikar tînin û bixwazin wê civînê bikin em demekê eşkere bikin bicivin.
Pêşî; yekî tirşikvan ku bikare space veke hewceye. Ez nikarim mixabin ji ber wê em ê li gor wî/wê biçin yê bikare odeyekê veke. Ew camêr bila derkeve holê û bila ji me re seet û roj kifş bike *

Ji bo naverokê an jî mijara civînê pêşniyarî;
-Derbarê tirşikê
- derbarê mijarên tirşikê yên balkêş
-Derbarê tirşikvanan
-û hwd.

Ji bo sîstemê peşniyarî;
-axavtvan pêşiyê hemû bila tirşikvan bin carna yên din jî dikarin bên fikrên xwe bêjin an jî tewlî bibin lê pitir rêveberî û axavtvan bila tirşikvan bin.

Carê ew tên hişê min em dikarin sererast bikin tabî.

Û plus: tirşikvanên twitter tuneyî jkxr ji bo rojekê hisabê vekin tewlî bibin *

Tabî ew pêşniyarên min in ji kerema xwe re hûn jî lê zêde bikin û tirşikvanan agahdar bikin, îkna bikin lol



14.04.2021 22:21 | de facto hozan

6. Fikrek baş e. Heke pêk bê ez ê bi kêfxweşî tevlî civînê bibim. Him reklama me çêdibe û him jî bila tayma kurdî spaceseke xweş bibîne. Axlebê wan li ser tiştên eletewş dipeyivin.



15.04.2021 10:35 | xwelî li ser

7. ez amade me, lê bi rastî jî wek kesên li jor jî gotine, divê mijarên ku balê dikşînin bin û rê nede nîqaşan û hwd.



16.04.2021 21:23 | merwano

8. Hevalno, dostno û jinên êş kişandî Û mêrên êş kişandî û zarokên.. Temam temam. * yekem civîna tirşikê ya li ser Twitter'ê sibê di saet 21.00 de ye. Min û Merwano me dest danî ser hesaba tirşikê. Mijara me tirşik e. Tenê tirşikvan dikarin bipeyivin. Divê dora hev ji hev nestînin. Divê di rêzê de pêl hevdû nekin. Divê nekevin nav siyasetê. Û ji me re qala çîroka xwe bi tirşikê bikin. Wek: we çi li tirşikê zêde kir? Tirşik çi li we zêde kir? Hûn di heftiyê çend roja tirşikê dixwin filan... Sibê em ê bicivin paşî nebêjin me nedît fîlan bêvan.



01.05.2021 18:08 | xwelî li ser

9. çalakiyeke gelek baş e. Divê di nav hin perîyotan de jî berdewam bike. ji xeynî mijarên têkildarê tirşikê, divê li ser hin mijarên kûr û xweş bisekinin. Her wiha mirovên navdar ên zana bînin û li gorî zanyarîya wan mijarek vebikin û biaxivin. Her wiha bila tirsikvan jî raman û fikrên xwe vebêjin.



02.05.2021 02:09 | yûsiv

10. afîşa wê amade ye, jkwr ji niha de parve bikin *
Here lînkê



02.05.2021 12:58 | merwano

11. Tirşik xweş e. Hinekî din behs bikin. Yanê hûne seat 21.00 an de çi bikin hûnê komê çêkin, axaftinê bikin, daxûnayê bidin, pirsa bikin ? Hwd.



02.05.2021 14:32 | azad517

12. bawerim li ser mîjarê ziman û sîyasî zêde ney sekinandin. hêvîdarim ku emê tirsik.net bidin danasîn.
pêşnîyaraka min heye; dixwazim ku sernivîsa space ê bibe pirsa xwe moderator ra bipirsin an jî bo pirs û pêşnîyara dm moderator jî van pirsan axavtvan ra bipirse û her axavtvan jî herî zêde deqqeyek biaxive.



02.05.2021 15:26 ~15:28 | doesntmatter

13. Civîna ku niha li tirşikvanên axîver digere ye. De ka ewê digotin civîn li kune, ca bila werin biaxivîn wîîî*



02.05.2021 21:26 | tîrêj zana 21

14. Civîna ku berî çend deqeyan qedîyaye. Sê cara odeya me ket me dîsa vekir. Hin heval jî pirsgirêkên wan hebûn ji hêla înternetê ve. Lê civînek xweş bû nêzîkî saetek nîvê em axivîn li ser tirşikê û li ser kurdî.
Tirşikvan qala xwe û tirşikê kirin. Hin kes li wir tirşikê nas kirin. Me pirsên wan bersivand heta ji me hat. mevlut oğuz jî tevlî civîna me bû wek tirşikvanek. Me kir û nekir navê xweş yî tirşikê ne got ji me re em wî şermezar dikin *
İnanolo di nav guhdarvanan de bû. Ji ber înterneta xirab ew jî zêde ne axivî mixabin. Herî dawî em kêm kes man civîna me xweştir bû. Germtir bû. Em karibin em ê carek din bicivin.
Wek moderator ez hinek xeşîm bûm. doesntmatter, biaqila malê û tîrêjzana21 sax bin hinekî barê min sivik kirin. *
Û hin tirşikvan hatin lê neaxivîn ez wan jî şerm û zar dikim. Tîrêj jî yê dijûna bise we kerem ke tîrêj. *



02.05.2021 23:06 ~23:12 | xwelî li ser

15. Civîna ku bîskek din qediya. Qansî ne misaîd bûm di nav şerê paqijiya malê de bûm lê dîsa jî min hewl da ez biaxivim. Civatek xweş bû, me got mehê carekê an heftê carekê odeyek vekin him ji bo tirşikvan biaxivin him jî danasîna tirşikê bikin. Maşalê domdar be *



02.05.2021 23:08 | biaqila malê

16. kesên ku beşdar bûn dest û dilê Van xweş, ev ceribandin bû Cara duyem bawerim yê xweştir be



02.05.2021 23:16 | doesntmatter

17. civînek têr û xweş bû lê ji ber ku mijar kêm bûn hin cara bêdengiyek diket nav civatê.
beriya her tiştî xwelî li ser hindik be jî ez jî axivîm. * rexneyan qebûl nakim. * her çi, ji ber ku pratîka min a axavînê tuneye bi devkî xwe baş nikarim bidim nasîn. ji ber wê min baş neket nav civatê anku ne jî ber şermê ye.

divê mehê carek an du an jî sê caran ev çalakî bihê amade kirin. berîya axivînê jî divê çend mijar bên hilbijartin û ger tirşikvan ger jî mêvan fikr û nêrînên xwe di nav vê çalakiyê de bibêjin. bi vê çalakiyê him reklama tirşikê çêbibe him jî em ê bigihîjin mirovan.



02.05.2021 23:29 | yûsiv

18. Civîna 02.03.2021ê seet 21.00(amed)an de pêkhatiye. ji moderator heya axavtvanan ji bo suhbetê spas dikim, çiqas internetê hewl da ku astengiyê derxe jî me bi şiklekê xweş domand. Hêvî dikim berdewam bibe.

Ps: Min jî hinek axavt, bila nivîskar nebêjin xwediyê mijarê çima tevlî nebû *



02.05.2021 23:33 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekemîn bloggerê kurda
» civîna tirşikvanan ya li selmê
» nivîskarên navdar û berniyas ên tirşikê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» serqot
» twitter

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî