1. civîna tirşikvanan e ku li ser twitter space bê pêkanîn. |
|
13.04.2021 16:47 |
de facto hozan
|
2. Civîna ku peyama wê ji bo çi 2 reşşik stendiye meraq dikim. |
|
14.04.2021 12:01 |
xabûrî
|
3. Ew derfetek baş e ku em hem reklama tirşikê bikin. |
|
14.04.2021 15:16 |
cinorek
|
4. dîrok û seet? |
|
14.04.2021 19:27 |
doesntmatter
|
5. Dîsa silav nivîskarên ezîz. Peyama min du reşşik standine nizanim çima * lê ji bo ku yên twitterê bikar tînin û bixwazin wê civînê bikin em demekê eşkere bikin bicivin. |
|
14.04.2021 22:21 |
de facto hozan
|
6. Fikrek baş e. Heke pêk bê ez ê bi kêfxweşî tevlî civînê bibim. Him reklama me çêdibe û him jî bila tayma kurdî spaceseke xweş bibîne. Axlebê wan li ser tiştên eletewş dipeyivin. |
|
15.04.2021 10:35 |
xwelî li ser
|
7. ez amade me, lê bi rastî jî wek kesên li jor jî gotine, divê mijarên ku balê dikşînin bin û rê nede nîqaşan û hwd. |
|
16.04.2021 21:23 |
merwano
|
8. Hevalno, dostno û jinên êş kişandî Û mêrên êş kişandî û zarokên.. Temam temam. * yekem civîna tirşikê ya li ser Twitter'ê sibê di saet 21.00 de ye. Min û Merwano me dest danî ser hesaba tirşikê. Mijara me tirşik e. Tenê tirşikvan dikarin bipeyivin. Divê dora hev ji hev nestînin. Divê di rêzê de pêl hevdû nekin. Divê nekevin nav siyasetê. Û ji me re qala çîroka xwe bi tirşikê bikin. Wek: we çi li tirşikê zêde kir? Tirşik çi li we zêde kir? Hûn di heftiyê çend roja tirşikê dixwin filan... Sibê em ê bicivin paşî nebêjin me nedît fîlan bêvan. |
|
01.05.2021 18:08 |
xwelî li ser
|
9. çalakiyeke gelek baş e. Divê di nav hin perîyotan de jî berdewam bike. ji xeynî mijarên têkildarê tirşikê, divê li ser hin mijarên kûr û xweş bisekinin. Her wiha mirovên navdar ên zana bînin û li gorî zanyarîya wan mijarek vebikin û biaxivin. Her wiha bila tirsikvan jî raman û fikrên xwe vebêjin. |
|
02.05.2021 02:09 |
yûsiv
|
10. afîşa wê amade ye, jkwr ji niha de parve bikin * |
|
02.05.2021 12:58 |
merwano
|
11. Tirşik xweş e. Hinekî din behs bikin. Yanê hûne seat 21.00 an de çi bikin hûnê komê çêkin, axaftinê bikin, daxûnayê bidin, pirsa bikin ? Hwd. |
|
02.05.2021 14:32 |
azad517
|
12. bawerim li ser mîjarê ziman û sîyasî zêde ney sekinandin. hêvîdarim ku emê tirsik.net bidin danasîn. |
|
02.05.2021 15:26 ~15:28 |
doesntmatter
|
13. Civîna ku niha li tirşikvanên axîver digere ye. De ka ewê digotin civîn li kune, ca bila werin biaxivîn wîîî* |
|
02.05.2021 21:26 |
tîrêj zana 21
|
14. Civîna ku berî çend deqeyan qedîyaye. Sê cara odeya me ket me dîsa vekir. Hin heval jî pirsgirêkên wan hebûn ji hêla înternetê ve. Lê civînek xweş bû nêzîkî saetek nîvê em axivîn li ser tirşikê û li ser kurdî. |
|
02.05.2021 23:06 ~23:12 |
xwelî li ser
|
15. Civîna ku bîskek din qediya. Qansî ne misaîd bûm di nav şerê paqijiya malê de bûm lê dîsa jî min hewl da ez biaxivim. Civatek xweş bû, me got mehê carekê an heftê carekê odeyek vekin him ji bo tirşikvan biaxivin him jî danasîna tirşikê bikin. Maşalê domdar be * |
|
02.05.2021 23:08 |
biaqila malê
|
16. kesên ku beşdar bûn dest û dilê Van xweş, ev ceribandin bû Cara duyem bawerim yê xweştir be |
|
02.05.2021 23:16 |
doesntmatter
|
17. civînek têr û xweş bû lê ji ber ku mijar kêm bûn hin cara bêdengiyek diket nav civatê. |
|
02.05.2021 23:29 |
yûsiv
|
18. Civîna 02.03.2021ê seet 21.00(amed)an de pêkhatiye. ji moderator heya axavtvanan ji bo suhbetê spas dikim, çiqas internetê hewl da ku astengiyê derxe jî me bi şiklekê xweş domand. Hêvî dikim berdewam bibe. |
|
02.05.2021 23:33 |
de facto hozan
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |