Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
global kurdish film festival - tirşik
global kurdish film festival
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hey ez zanim tiştek bi qelîte û kêrhatî ye. Hemû film û belgefilmê derheqê kurd û kurdistanê de hatiye kişandin kom kirine û ez dibêm qey roj bi roj û di saetên diyarkirî de tên temaşe kirin. Yên ku îngilîziya wan heye binêrin û fam bikin, yên fam kirî bila bi me jî bide fam kirin. Ka d'awa camêr û ciwanika çiye, em çawa dikarin jê sûdê werbigirin:

Here lînkê



16.04.2021 01:20 | rizgarm

2. lidarxistina london kurdish film festivalê ye. xwedê karê wan rast bîne! malper: https://www.globalkurdishfilmfestival.com

arşîveke berfireh a sînemaya kurdî dihewîne. heya deh rojan, temaşekirina hemû fîlman bê pere ye. malpereke wek xeyala min bû. xwezî mayînde be! hema bi pere jî be, bila berdewam be!

min fîlma zer (2017) temaşe kir. fîlm nû qedya. pê kêfxweş bûm. fîlm nîvî li dya, nîvî li Kurdistana bakur diqewime.

spoiler tune, li fîlmê temaşe bikin



18.04.2021 04:17 | mirovekirind

3. hûn dikarin heta roja 28.04.2021 li ser malpera global kurdish film festival fîlmên kurdî bi belaşî temaşa bikin. wê firsendê merevinin.
Here lînkê



20.04.2021 21:21 | cinorek

4. Malpera ku meraq dikim gelo tirşikvan, kîjan fîlmên wê pêşniyaz dikin?



20.04.2021 21:26 | tîrêj zana 21

5. festivala ku hemû fîlmên xwe di bin sê cureyan de birêz kirine: "classic Kurdish films", "short films" û "new release". malper gelek belgefîlman dihewîne.

fîlm pir in. mere nizane kîjan temaşe bike. bi ya min, divê mirov çend derhênerên ji her çar aliyan nas bike baş e. min belgefîlma "bakur" mereq dikir. îro min wê temaşe kiriye.



21.04.2021 01:07 | mirovekirind

6. kampanyayek pir baş, bi ya min divê heta hetayê deriyê xwe li piştê bihêlin ji bo temaşekirina fîlman. fîlmên kurdî ji ber gelek sebeban ji xwe nediketin vîzyonê tenê di festîvalan de dihatin nîşandan ji loma wekê min gelek kes jê bêpar diman lê bi vî awayî herkes wê bikaribe bi hêsanî fîlmên kurdî bişopîne.
ya rastî platformek dîjîtal wek netflixê ku têde çi fîlm û rêzefîlm û bernameyên kurdî û çi jî yên biyanî bi jêrnivîs û dublaja kurdî bên nîşandan pêwist e ku hem xelk bikaribe bi buhayeke biçûk van naverokan temaşe bike hem jî yên van naverokan diafirînin bikaribin nanekî ji karê xwe bixwin.
piştî bi salan min îro bi cara yekê bi xêra vê çalakiyê kurtefîlmek bi navê yadê temaşe kir.
tişteke ku ez pesnê wê bidim nîne mixabin lê wek ehmedê xanî dibêje ''ev meyve eger ne abîdar e
Kurmancî ye ew qeder li kar e'' wekê hemû tiştên kurdî sînemaya kurdî jî hêj çarlepka diçe. hêvîdarim bi xêra çalakiyên evreng rabe ser lingan



21.04.2021 12:10 | endazer

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» global warming
» kurdish, kurmanji lessons
» filmên hêja yên tirkan
» festivala mûzîkê ya çiyayê agirî

Kategoriyên mijarê:: sinema malper yendin sinema malper yendin sinema malper yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî