Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; zimannas.com
peyamên çepikkirî

140937. beşa wê ya ferheng[a etîmolojiyê] bo kurdî nîmetek mezin e. hema hemû raveyên peyvan di heman demê de li wîkîferhengê jî berdest e, jbk husein muhammed di heman demê de bikarhênerekî wê derê ye. Here lînkê

hemû peyvên kurdî yên karkirî tê de peyde nabin, lê yên heyî meraqa serîlêderan têr dike. hêja di vê zeviyê de tenê ye ku rê û rêbazên zanistî ji xwe re kiriye kul û derd. ferhengên din ên çapkirî yên qaşo "etîmologan" ji romantîzmekê hov û tehl û paşdemayî wêdetir tu wate hilnagirin mixabin. lê belê bo ferhenga mamoste husein dikarim vê rexneyê bikim: çavkaniyên xwe xwezî li bin her peyvê binivîsanda. (di hinin peyvan de heye mîsal li bin birû) li aliyê din hinin peyv hene ku ji ber hevrehiya farisî di zeviya zanisîtî de têne zanîn lê di ferhenga wî de agahî sînordar e wekî peyva tenê.

her wiha wekî hêvî û daxwaz, xwezî li ser lêhûrbûna etîmolojiya peyvên kurdî nivîsekê biweşanda. wekî ku divê çi rêbaz were sepandin bo derxistina jêderka peyvên kurdî û helbet çavkaniyên sereke bo vê mijarê. heke nivîsekê wî ji xwe hebe, jkx bi min re parve bikin.



06.06.2013 16:08 | endazer