Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
-eve - tirşik
-eve
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. paşgira ku dema bi lêkerekê ve dibe wateya "dîsa kirin"ê didê. bo nimûne çûneve yanî dîsa çûn, kirineve yanî dîsa kirin. hevwateya re- ya îngilîziyê ye wek restart (dest pê kirineve, dîsa dest pê kirin) . nemaze li devera badînan bi kar tê lê di nav kurmanciya navendî de jî belav bibe dê gelekî baş be. hayê hin kesan ji vê paşgirê tune ye û bawer dikin ku pêşgira ve- bi wateya "dîsa kirin"ê tê û hewl didin ku wê bi kar bînin wek venivîsîn (dîsa nivîsîn, nivîsîneve) lê ev awayekî çewt e. çimkî di kurmanciyê bi gelemperî pêşgiran wateya xwe ya bingehîn wenda kiriye, bo nimûne pêşgira da- bi asayî bi wateya "livîna ber bi jêr ve" dida lê niha tenê di hin lêkeran da ev wateya xwe parastiye (wek di daketinê de) lê di damezrandinê ti pêwendiya wateyê bi livîna ber bi jêr ve tune ye. loma jî çêtir e ku em -eve bi kar bînin û bingeha 've-'yê xera nekin.

çend nimûne:
me li kobanê hemû xanî ava kirineve.
(me li kobanê hemû xanî dîsa ava kirin.)
ez nivîsên jêçûyî dinivîsimeve.
(ez nivîsên jêçûyî dîsa dinivîsim.)



18.04.2021 17:56 | keyomerd

2. bi taybetî di nav xeberdanên tehsîn îbrahîm doskî de, dibihîzim. Here lînkê



19.04.2021 03:24 ~03:25 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» -eve

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî