Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
konstantînos kavafîs - tirşik
konstantînos kavafîs
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestvanekî yewnanÎ yÊ bajarÊn stenbol Û qahîre ye. ew bi bi helbesta xwe yê bi navÊ bajÊr navdar e.



BAJÊR



Dîbejî:"Ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din

wê he be helbet ji vî çêtir bajarek

li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;

dilê min binax e -weke meytekî-

li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min

xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim

ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim

belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"



Tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî

wê li dûv te were ew bajêr tim.

Tu wê li heman kuçan bigerî dîsa

li heman taxê kevn bikî salan;

wê li heman malan têkevin

porên te tayê spehî

herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.Hêvî neke tiştekî din.



Keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun

çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê

tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din





Werger:Dûrzan Cîrano



05.10.2013 19:33 | cinorek

2. helbestvanekî hevzayend e. ji ber vê berpêbûna xwe, di welatê xwe de pir caran rexneyên giran û bêheqî dîtiye. ji ber ku li dinyê hat hezkirin û nasîna wî ya li welatên xerîb mezin bû, yewnanên ku wî, ji ber hevzayendbûna wî nedixwestin bibînin, mecbûr man ku wî weke helbestvanekî netewî bihesibîne. lê vê car jî ber xwe ketin û bi xemgînî ji xwe Û DORA XWE re pirsîn "ma yabo ev çawa helbestvan e? helbestekî wî qala yewnanîstanê tuneye?!" ... Ê EV PIRS JÎ, JI NEXWEŞIYA NETEWEPERESTÎ TÊ... MA HELBESTÊN NETEWE Û HESTAN HEYE?!



13.01.2014 15:32 | biruya hayao miyazaki

3. BAJAR



Te go: “Ez ê biçim deverekî dî, biçim zeryayeke dî

Ji vî çêtir dê her were dîtin bajarekî dî.

Her hewldanên min neçarîyeke li min hatiye nivîsin

û dilê min – weke miriyan- li bin axê ye.

Hêşê min heta kengî di nav vê rizandinê de bimîne.

Çavê min hema li ku bikeve û li ku binêrim

Xerabeyên umrê xwe ên reş li vir dibînim,

ku min ewqas sal borandine û xerabûme û rizîme.”



Tu ê welatên dî peyda nakî, peyda nakî zeryayên dî

Ê bajar tim li pey te bê. Tu ê li heman kûçe û rêyan

hê bigerî. Û li heman taxan tu ê kal bibî

û li heman malan porê te ê bibe spî.

Her tim tu ê bigihî vî bajarî. Ji bo deverên dî–qet hêviyan neke-

Bo te keştî tune û rê tune.

Weke ku te jiyana xwe li vir rizandiye

li vê quncika biçûk, li ser vê axê te ew jî wisa wêran kiriye



[23, 1910]



Ji Yewnanî: Mîrza Baran



17.06.2014 23:52 | seydayê_peyvan

4. îro rojbûna wî ye



29.04.2015 22:34 | elomelo

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» konstantînos kavafîs

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî