Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
qanas - tirşik
qanas
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi navê fermî dragunov svd-63, tifengeka segvanî ye ku ji aliyê Yevgeny Dragunov ji bo rûsyaya sovyêt hatiye dîzaynkirin. li nav gelê tirkiyeyê wek kanas nasraw e. îro min ji nûçeyeka rûdawê ya li qamişloyê bihîst. ji bo rehnasiya wê du teorî hene, ya yekem dibêjin kurtkirina keskin nişancı tüfeği (kns) e, ya duyem jî dibêjin ji erebî قناص (qenas) hatiye ku wateya wê sekvan e. bi min ya duyem rast e çimkî peyamnêra rûdawê jî got qenas, bervajî kurdên bakurî ku ê me em dibêjin qanas, xuya ye me forma tirkî wergirtiye.
Here lînkê



22.04.2021 17:10 ~17:11 | keyomerd

2. snayperskaya vintovko dragunova (svd), tivinga dragûnov ya segvanî, menzîl-dirêj û nîv-otomotîk a ku ji aliyê ykss ve hatiye çêkirin. li bakûr weke qanas û li rojava û başûr weke qennas tê zanîn.

------------------------------------------------------------------------------------

celeb: tivinga segvanî

rajerî: yekîtiya sovyetan

şerên têde hatiye bikar anîn:

-şerê viyetnam
-şerê kamboçya-viyetnam
-şerê îran-iraq
-şerê sovyet-afgan
-şerê tirkiye-pkk
-şerê kendav
-şerê daxlik qerebax
-şerên yûgoslavya
-şerê çaçan ê yekemîn
-şerê çaçan ê duyemîn
-şerê iraqê
-şerê 2008an yê başûrê osetya
-şerê navxweyî ê lîbya
-şerê navxweyî ê sûrî

dîzayner: yevgeniy fedoroviç dragunov

dîroka dîzaynbûnê: 1958-1963

berhemker: izhmash, norinco

dîroka berhembûnê: 1963- roja me

celebên wê: svd,svds (modela qûndaxa wê tê pêçandin), type 79 (malê çîn), svd-k ( modela fîşekên antî personel bikar tîne)

giranî: 4,30 kg (vala)- 4,55 kg (tije)

dirêjahî: 1225 mm

dirêjiya lûle: 610 mm

muhîmmat: 7.62 x 54 mm r

qalîbre: 7.62

leza teqînê: 3-6 fîşek/ xulek

menzîla bibandor: muhîmmata orjînal 800 m

menzîla azamî: 1300 m

nîşangeh: pêş sabît, dawî dûrbîna pso-1

------------------------------------------------------------------------------------


ev çek ji ber kêmasiyên tivingê sivik- mekîne û tivingên piyade ji bo menzîlên dirêj di navbera salên 1958-1963an de li yekitiya komarên sosyalîst ên sovyetan de ji aliyê evgeniy fedorovich dragunov ve hatiye dîzaynkirin.
di pêşbirkên dijwar ên di şert û mercên xwezayî de dîzaynên sergey simonov û aleksandr konstantivov li dûv xwe hiştiye û di sala 1963an de dest bi hilberandina otomotîk kiriye. weke çekên di beşa ak di şertên xwezayî yê dijwar de bêyî pirsgirêk dixebite.

kapasîteya şarjora (magazîn) wê 10 fîşekên çeporast tên bicîhkirin e. fîşekê taybet yê bi navê 7n1 yê tenê bo svd/svd-s hatine îmalkirin bikar tîne. ev muhîmmat xwedî lezek zêde ya lûleyê ye û di tivingên pk de jî tên emilandin.

bi dûrbîna pso-1 ya ku teqîna bi şev dike tê bikar anîn. ev dûrbîn, ne dûrbîneke şevîn ya rast e lê belê xwudî pergalek bi pîl ya ku teqsîmata nîşangehê ronî dike ye. pso-1 pergalek ji tora dûrbînan cihê bikartîne û ji loma bêyî mesafe-pîver dûrbûna hedefê diyar dike.



22.04.2021 22:32 ~22:41 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» qanas

Kategoriyên mijarê:: marka teknoloji marka teknoloji marka teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî