Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


55 mijar û 101 peyam
bila gewrê li lewendî vegere - tirşik
bila gewrê li lewendî vegere
(10) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. Daxwaz û qêrîneke min û bawerim tirşikvanên ji ber vê evînê muzdarîb in. Bila wê gewra delal li birayê lewendî vegere an emê ji ber lewendî bi pênûsa xwe bigrin û barkin.* An jî emê hemû nivîskar, rêvebir û rûsipiyên tirşikê li ber gewrê bigerin da ku şansek din bide lewendî*

Êşa evînê ya lewendî û hesreta wî dilê me sote. Ji wî bêhtir êdî ez li ber dikevim. Ax lewendî wê gewrê xençerek rada dilê te û min. Wê malik li me xera kir*

(bnr: Êşa evînê)
(bnr: peyvên bo gazîkirina hezkiriya xwe)

Nîşe: herwiha ev slogan dê bibe bersiv û gotinek bo kesên li tirşikê êşa evînê dikşînin.



2021.04.23-04:04 | tîrêj zana 21

2. Min ticar vê êşê ji xwe re nekirîye bar û Xwedê jî neke. Bes, li ser yekî baş êşîyabûm.
min heta berî aniha çend mehan jî digot qey min di jiyana xwe de bi tenê hej yekî kirîye. Lê dûra bi hevaltîya yekî din min; hezkirin çîye, evîn çîye fêhm kir. Ew camêr bêhemdî xwe min ferî hezkirinê kir.
Belê qehra ko min xwar dibêm qey nagihê asta lewendî.
lê hengî dilê min dûv camêr bû, min tim digot" heft xwezî, ez dîya wî bam û ew ticar ji dawa min daneketiba ku wî ji her bobelat û qehra vê dinyayê bisitirînim."
Jêrnivîs:
Xwedê biki ko Gewrê û Lewendî li hev bên û şewata dilê tîrej hênik bikin.



2021.04.23-05:11 | pîroz

3. Bi min bira venegere . lewendî xûya ye kesek çavlider e, çi gewrek dibîne dil dikevê.
Qey dixwaze koleksiyona gewrê1 gewrê2 gewrê3.... çê ki. Wî da potansiyela şahê osmaniyan dibînim
(bnr: harem)



2021.04.23-10:08 ~2021.05.01 17:19]| navîgiranmezelîwêran

4. bila gewrê li lewendî vegere/132395 ger tiştekî wiha hebe.....
çavên li derve xwelî li ser e.



2021.04.23-10:39 ~10:39]| pîroz

5. Mijara ku gava min dît têr kenîyam û dixwazim daxuyanîyek bikim.

Gewrêya yekem: mixabin min wekî hevalek dibîni. Qebûlkirina wê rastîya ji bo evîndaran gelekî zor e lê çer bikim divê ez gewrêya yekem bîr bikim.

Gewrêya duyem: gewrêya ku 5 sal berê wek perwaneyek dora min diçû dihat û min tu carî bersiv neda evîna wê halbukî min jî wê hez dikir lê aniha jî ji bo gihîştina wê rêyek digerim lê korona derket û ezmûna zaningehê jî heyi divê ez gewrêya duyem jî bîr bikim.

Gewrêya sêyem: gewrêya ku ji gewrêya yekem xweşiktir bû lê nizanim ez çima evîndarê wê nebûm (。・-・。)

Gewrêya çarem: gewrêya ku min wê li nexweşxaneyê dît. Pirr xweşik bû lê ez carek din wê nedîtim. Nêzîka heftakê êşa evîna wê kişandim ( êş dîsa dest pê kir lê rûyê wê nayê bîra min)

Gewrêya pêncem: gewrêya ku min xewna xwe de dît.

Porzera yekem: porzera reben. Ji ber gewrêya yekem û duyem keys nema evîndarê wê bibim.

Xulase hevalno ne evîna min tu evîni ne jî êşa min tu êşi. Serê xwe neêşînin ezê bîr bikim. Wekî navîgiranmezelîwêran gotiye ez çavlider im (◕ᴗ◕✿) bira xwedê min ji nifirê pîroz bila gewrê li lewendî vegere/132397 biparêzi *



2021.04.23-11:53 ~12:24]| lewendî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
karê herî nexweş yê dinyayê [3]
(bnr: eşêf)...
xwarinên cejnê [1]
birinc+ fasolî+goştê sewêl+ xweşav....ma ne bes e *...
xwarinên cejnê [2]
kêfxweş im ku piştî 7 sal 6 meh û 27 rojan dîsa hatim bin vê sernavê*...
xwarinên cejnê [1]
Tirşika fasolîya, birinc û goştê qimirandî şêranî jî piranî peqlewa...
cihê ku derfet heba tirşikvan dê bitirûskanda wê derê [2]
teqez feza ye. ez ê li her exterê yek yek bigeriyama ta fezayiyekî bib...
belki ev jî bala te bikişînin
» bila wisa be
» gewrê mîr
» lewendî
» vegere tirşikê

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî