Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 14 peyam
    1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê - tirşik
    1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê
    (37) (0) (14)
    di mijarê de bigere

    1. Kampanyayek danasînê ye ku ger tirşikvan jî piştgiriyê bidin dê li ser twetterê di 1ê gulanê demjimar 20.00an de were lidarxistin.



    Li ser twîterê min peyam ji çend kesên kurdînivîs û xwedî şopîner rica kir ku piştgiriyê bidin danasînê. Hin ji wan erênî bersiv dan û hinek jî li hêviya bersiva wan im. Ger hûn jî peyam ji kesên weja re biavêjin dê baş be.

    Ji bo tagê pêşniyarên we hebin, ji kerema xwe li vir binivîsin. Herwiha ji niha de dest bi çêkirina post û afîşan bikin û li vir parve bikin. Ji niha de mala we hemûyan ava.

    (bnr: 1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê)



    2021.04.25-01:33 | tîrêj zana 21

    2. Kampanyaya ku meraq dikim, wê çend tirşikvan beşdarî bibin, li gorî wê da em bêjin hêjaye em li ber xwe bidin an na *



    2021.04.25-03:54 ~03:54]| merwano

    3. bo wê xebatê ezê jî odeya behsa vê kampanyayê bikim û çiqas destê min jî warê bibim alîkar. dest xweş tîrêj zana 21



    2021.04.25-15:51 ~15:51]| doesntmatter

    4. kampanyaya ko min jî afîşek jê re çêkirîye



    2021.04.25-17:36 ~17:44]| pîroz

    5. Kampanya ku xwudê hez bike wê serkeftî derbas bibe. Hama bi vê çalakiyê du nivîskarên mayînde werin jî besî me ye. Va min afîşek din jî amade kir.



    Li benda piştgiriya tirşikvana me û hêj bo tagê pêşniyar nehatine.



    2021.04.26-00:41 | tîrêj zana 21

    6. Gelo admînê hesabê twittirê kî ye, ji kerema xwe re bila seriyekî li hesab bide herî dawî 7 adarê parvekirin kiriye. û her wiha haya wî ji kampanyayê heye?

    roja kampanyayê ew tiştekî parve neke, her tişt bê wate dimîneಥ_ಥ



    2021.04.26-12:14 | merwano

    7. min jî afîşek çÊkir



    2021.04.26-14:45 ~14:46]| asîmanê sêwî

    8. sala din 1ê gulanê de gelek fenomenê twittirê, stranbêj, hunermend, nivîskar û vir de wê de.. alîkariya kampanyayê kiribûn, ser çavan, mala wan teva jî ava.

    aniha ez liqayî vê wêneyê bûm. û ez fikirîm, gelo piştî ku Deno li vir qeyd nebû û car caran seriyek li vir neda, mînak em bêjin, di derheqê karê xwe de(şano, lîstikvanî...) çend tişt nenivîsandin, çi wateya wê ma ku bêjê ''tirşik xweş e''?



    bila deno dilê xwe negirê, ne tenê ji bo wî ev tişt derbasdar e.
    pîştî ku kesê em bêjin rewşenbîr an jî her çi bin, li peşiya gel nebûn rolmodel(!) wê gel çima biya wî bike?



    2021.04.28-17:57 | merwano

    9. Li ser Instagramê agahiyên kampanyayê hat parvekirin. Hûn jî dikarin li ser hesabên xwe parve bikin.

    Here lînkê



    2021.04.29-13:07 | xelîl

    10. pêşniyareke min heye ku heya sibe bial herkes logoya tirşikê di hesabê xwe de yê twittirê de bi kar bînê, da ku ji niha de bala gelek kesan bikşînê. min yê xwe yê tirşikê jî guhart, hinekî amatoriye lê kesên bixwazin dikarin bi kar bînin.





    edît: yaw ji bo xwedê admînê hesabê tirşikê yê twittirê di kîjan şikeftê de be bila derkevê, bê hesabê twitirê her tişt bê wate ye.
    ma rast e kes wî nas nake, an jî kesê ku hejmara simurg56 bi wan re hebe, bila bêjine wî, aniha ew dizane.



    2021.04.30-20:26 ~20:30]| merwano

    11. 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê/132651 fikrek baş e. Min pêk anî.



    2021.04.30-21:56 | tîrêj zana 21

    12. aniha ji hesabê twittirê yê tişikê bersiv hat ji min re, mala xwedê ava.
    bnr: bes lêxin, zilam hat



    2021.04.30-23:12 | merwano

    13. Kampanyayek hewceye. Ez jî dixwazim piştgirî bidim lê tu şopînerên min li twitterê tuneyi. yaw ez bi rastî jî meraq dikim. Bi hezara sîyasetmedarên kurd heni, hevalên wan heni, zarokê wan heni, nasê wan heni yaw ev çawa rewş e? Kurdên me ka li kû yi? Ka kurdên welatperwer û zimanhez? Em li vir 30 kes in yaw eyb e şerm e. Ka kurdên roava? Ka kurdên ewropa? Ka kurdên kafkasya? Ka kurdên rohelat.

    Heger tirsik.net biba kurdênfeminist.net yan jî kurdênsosyalîst, kurdênkomunîst kurdênbratîxwaz.net jahr zuqum ez bawer dikim hejmarê nivîskara zêdetir biba.

    Yaw bi hezara stranbêj heni hey topa xwedê we keto. Hun li ser zimanê kurdî pere kezenç dikin qey hun nikarin komeleyek saz bikin û li sûk û kolana ferheng û pirtûkên çîroka belav bikin.

    Ji xeynî min hemû tirşikvan ciwan Haco hez diki. Yaw qey ciwan haco mehê carkê nikari li tirşikê peyamek binîvisi.

    Heta moderatorên tirşikê dev ji tirşik berdani. Hawaar xwedêyo hawaar.



    2021.05.01-02:03 | lewendî

    14. 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê/132656
    Sibe dusibe, dîtin ko kes nema vî zimanî dipeyive, wê demê hepkî hişê wan weri serê wan. Ew jî dîsa ji bo zikê xwe. Heta niha pişta xwe li ser xelkê reben û bi zimanê wan qewîn dikirin. Vêca pala wan ê ji nivşekê vala bimîne û biqelibin erdê!
    em dibînin ko îro sîyaseta qirêj a çend salan encam dide û zimên ketîye sikretê. Hejmara axiverên wê roj bi roj kêm dibe. Qala nijada nûh nakim, ew yekcar xwe lê nakin xwedî!



    2021.05.01-02:41 ~02:42]| pîroz

    15. gavek tam di cî de ye. di van rojên karantînayê de, bawer dikim ku wê vejînek bi xwe re bîne.



    2021.05.01-12:26 | simurg56

    16. min ji bo kampanyayê afîşek amade kir, û birayê @xelîl jî yek amade kir, em ê herduyan jî bi kar bînin



    2021.05.01-13:33 | merwano

    17. Fikreke gelekî baş e. Twittera min tuneye, ku ez vekim ez ê jî tevlî wê bibim.
    Fikreke min jî heye divê em xwe bigihînin kurdên her sê parçeyên din û yên Ewropayê. Yanî bi me tenê be nabe, ew ê kêm bimîne.
    Edît: min par peyam ji kurdên parçeyên din re şandibûn, ji hesabên zêde şopînerên wan hene re. Lêbelê kesek nehat :(



    2021.05.01-13:40 ~13:42]| xabûrî