Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê - tirşik
1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê
(31) (0) (1)
di mijarê de bigere

17. min ji kesê navder, mîna hunermend, rojnemevan, stranbêj û hwd. re peyam şandin, hevîdarim wê piştgiriyê bidinಠ_ಠ



01.05.2021 14:11 | merwano

18. Divê berê kampanyayê tirşik bi mijaran geş bibe. Bila nivîsakarên nû fêm bikin tirşik tiştekî çilo ye?



01.05.2021 15:11 | kajav

19. kampanya ku 2 demjimar jê re maye. telefon û padên xwe şarj bikin, îşev heya dereng em li twitterê ne. hemû kadroya tirşikê bila li wir amade be 'yoqlama' heye*



01.05.2021 17:58 | tîrêj zana 21

20. kesên ku twittirê li ser webê bi karr tînin aniha dizanin, twîtên xwe wek taslaka eyar bikin , di heman seatê de wê otomatîk bên weşandin



01.05.2021 18:02 | merwano

21. Qampanyaya ku îsal ji ber kar û barê dinyayê nikarim bi awayekî çalak beşdar bibim. Her çiqas tirşikvanek bê xîret bim jî her tim hewl didim di danasînan de cîh bigirim. Anha jî qansî ji destê min tê twîtan rt dikim:/



01.05.2021 20:52 | biaqila malê

22. kampanyaya ku bi saxî û selametî qediya ye. hem ji hesabê xwe û hem jî ji yê tirşikê heta ji min hat, min alikarî kir. di ser halan de mêvanê me hatin. mêvanê ku ev salekê nedihatin, ji ewqas roja 1ê gulanê dîtibûn ಠ_ಠ
lê bi dizîka car caran ez ji ber wan baz didim û min tiştin dinîvîsandin.

heta danasîneke din xwedê mezin e *



02.05.2021 00:36 | merwano

23. Kampanyaya ku weke de facto bi dawî bû lê bandora wê hêj berdewam e. Bi qasî ji dest min hat min piştgiriyê da vê xebatê û xelkê vexwand tirşikê.

Bo piştgiriya tagê min daxwaz ji çend kesên twîrerê kir ku piştgiriyê bidin me û ew jî min neşikandin û peyamek avêtin. Ji loma spasiyê li hemdê bedel boselî, ibrahim halil baran , ehmed pelda û hemû kesên bi me re alîkar bûn, dikim. Herwiha denozer72 jî li peyama min venegeriya û piştgiriyê neda.

Axir, dibe ku em neketin nava tt yan lê belê di nava tayma kurdînivîsa de me deng veda. Bala gelek kesa kişand û gelek ji wan jî xwe li tirşikê tomar kirin. Ev bereketa peyama ya tirşikê jî encama vê danasînê ye. Îroj kete dîroka tirşikê. piştî salan ezê vê rojê vekim û yeko yeko peyaman bixwînim. ( belê ev taybetmendî di tirşikê de heye) mala hemû tirşikvan û kesên beşdar bûn ava.



02.05.2021 01:00 | tîrêj zana 21

24. iamhaks jî piştgiriyê da vê danasînê, dilê me nehişt û parve kir.

Here lînkê

Here lînkê



02.05.2021 02:02 | yûsiv

25. çiqas destê me hat me piştgirîya xwe da danasîna tirsik.net ê. kesên ku piştê vê kampanyayê hatine bi xêr hatine. salek berê îro ez jî bûm nivîskar û bawerim ezê berdewam bikim



02.05.2021 02:05 | doesntmatter