Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
di taştê de xwarina mast - tirşik
di taştê de xwarina mast
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dibe ku ji bilî Kurdan pê de kes di taştê de mast navxwe. Tişta rastî bê mast tehma taştê jî tune an jî hingî ez elimîme li gor min tiştekî normal e *



30.04.2021 04:14 ~04:15 | merwano

2. tiştekî efsane ye. lê xuya ye tirkên bajarî hîç naxwin. kengî bo civatekê navneteweyî* taştê an brunch li dar xim û tasika mêst dînim li ba tirşika bacanan miheqeq wê yek du sê kes derkevin û qala vê "ecêbiyê" bikin. tehma devên xwe nizanin, mîratno.



30.04.2021 10:42 | biruya hayao miyazaki

3. (bnr: li ber meqerneyê xwarina nan)



30.04.2021 13:49 | xwelî li ser

4. Ecêb mame çawa xelk bê mast taştê dixwe. Qey tiştek wa heye?



30.04.2021 16:40 | navîgiranmezelîwêran

5. Rojekî bibûm mêvanê hevalekî merdînî ji taştê de mastê mîha anî hinek şaş mam serda mastê çêleka jî anî hinek din jî şaş mam le xweş bû. *



30.04.2021 17:28 | edd

6. sifreyê kurdan de çîyek normal o. Verê arayî de werdê ma hema hema pêro şit û mehsûlê şitî bi. pendîr, ruwen, toraq, xavike (serê şitî).. seba ey ra werdeneyê mastî zî çiyek Normal o.



30.04.2021 20:28 ~20:28 | kajav

7. Qeymax xweş girtibe, bavê min li ser wî dimire. Dêya min bi hefteyane ji bo malê çêbike jî mastê malê yê bi qeymax her ro û di her taştiyê de nabe qismeta mirov. Ew jî gotinê dêya min e: nan û mast taştiya rast, nan û dew taştiya derew

Heşayî tirşikê, li taştiyê dilê'm kêm caran diçe tiştên tirş. Mast tirşa wî kêm be û heta heta piçikekî şîrîn be ez bêhtir jê hez dikim. Bi taybetî di taştiyê de, Ma ne? Ya rast mirov ji mastî hez bike, hema hema her xwarin pê re xweş e. Ên şîrîn û ên şor. Mînaka xwarinên şîrîn: Ji bo xatirê qeymaxa di ser serê mastê tîr de, kevçiyekî hingiv ku li ser wî hatiye gerandin... di vî tariya şevê de haho. ev mijar ji ku hat?!



15.03.2024 23:55 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» taştêya wanê
» xwarina goştê mişkan
» mastav

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî