Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 14 peyam
    voyage au bout de la nuit - tirşik
    voyage au bout de la nuit
    (5) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. navê pirtûka louis-ferdinand céline ye
    bi navê gecenin sonuna yolculuk bo tirkî hatiye wergerandin.
    min, wekî hemî pirtûkÊn klasîk ên cîhanê tirkiya wê xwend.
    mixabin ez dibêjim qey mezintirîn qedera reş a xwînerên kurdî ew e ku nikarin roman û berhemên baş ên cihanê bi zimanê xwe bixwînin.
    neyse ew mijareke dî ye ez bêm pirtûkê

    pirtûk zêde zêde xweş e, hem bi naveroka xwe hem bi honaka xwe hem bi teknîka xwe û bi taybetî bi şêwaz û zimanê xwe.

    yanî pirtûk ne bi zimanekî malmezin û arîstokratan hatiye li hev anîn beravajî kubariyê bi zimanekî tije argo û dijûnan hatiye nivîsandin. ez ne şaş bim yekem pirtûk e ku bi zimanekî wilo ku li sikak û kolanan tê axaftin hatiye nivîsandin. eger ez keysê lê bînim rojekî ezê bi rûpelan krîtîka kitêb bikim
    bûyerên pirtûkê li fransa, afrîqa û amerîkayê çerx dibin dem dema şerê cîhanê ye. serlehengê me yê ezîz fransiz e. li ser vî karekterî em diherin şerî, ji wir afrîqayê yanê mêtingehîyê û ji wir jî textê kapîtalîzmê yanî amerîkayê. lê şaş fêm nekin di kitebê de tu car belaxatên siyasî î propagandîst nîn e hetta ji eksa wê, em liqayî hêrs û kêf û girîn û kenîna însanan tên. tevî destan û mîtên efsanewî em carekî dibînin ku her tişt derew e û yekem û tekena rastî û heqîqet însan bixwe ye.



    2021.05.01-23:05 | ferhenga şikestî

    2. Pirtûka ku ji zû de ye dixwazim bixwînim lê him karên min pirr in û him jî pirtûkên di rêzê de gelek in. Dor nayê. Piştî xwendinê ez ê teqez şîrove bikim.



    2021.05.01-23:38 | xelîl

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kî dixwaze bibe milyoner [1]
    pêşbirkek navnetewî ya çandê ye. li hemû welatên pêşdeçûyî û di pêvajo...
    kannîbalîzm [1]
    zindiyên ku goştê cureyê xwe dixwûn bi navê vê tevgerê tên pênase kiri...
    aft [1]
    an jî aphthous ulcer birînên ku di nava devê mirov de çê dib...
    kajav [2]
    Nivaskarê dimilî û xwînşêrîn e. Bi qasî ku hatiye gotin li mêrdîn dige...
    kajav [1]
    nivîskarekî kirmance û dema ez bûm endamê tirşikê xêrhatinek da min, q...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » voyager golden record

    Kategoriyên mijarê:: weje weje weje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî