Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
tîma twitter spaces ya tirşikê - tirşik
tîma twitter spaces ya tirşikê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji Kesên beşdarî yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê bûne pêk tê. Piştî zêdebûna civîna bawerim dê endamên vê tîmê jî bêhtir bibin. Niha kesên endam yên ku bi qasî min san nas kirine an maxlasa xwe eşkere kirine ev in:

(bnr: xwelîser)

(bnr: doesntmatter)

(bnr: biaqila malê)

(bnr: elaziz izzetpasa camii)

(bnr: kajav)

(bnr: de facto hozan)

(bnr: yûsiv)

(bnr: cinorek)

(bnr: edd)



Nîşe: yên ku navê wan nehatine nivîsîn bila biborin. Ji ber ku bi navê wan yê twitterê nizanim, min wan pê dernexist. Kesên civînên serhêl ( online) dixwazin, hesabeke twitterê ji xwe re peyda bikin dê baş be. Lewra li gor admîn wê tim civîn li ser twitterê bên çêkirin.

Nîşe2: yên hatin civînê bila bêyî şerm û eybê beşdarî civatê bibin û fikr û nêrînên xwe parve bikin. Ji xwe yên hatine wir bo guhdarkirinê, nexwe hûn jî biaxivin ku ew jî guhdar bikin. Şîretek min bo admînê hesabê tirşikê ku bila hinek li ser moderatoriya axaftina bixebite û bêhtir mudaxeleya xwe bo civatê bike. Bila xwe bide hestkirin. Dora axîvera bila diyar bike û li wê gorê mafê axaftinê bide. Ger pirs li yekî bû bila mafê bersivdayînê bide kesê pirs lê hatiye kirin. Herweha bila nehêle mijar zû biguherin û berî ku mijar biguhere bila bipirse bê ka fikr an gotinek kesî di derbarê wê de heye an tune.



02.05.2021 23:32 ~23:34 | tîrêj zana 21

2. Ez jî endamê vê komê me û tevlî civînê jî bibûm lê navê min li vir tîma twitter spaces ya tirşikê/132856 nehatîye danîn. Min ji ber hin sedeman xwe ji ber axaftinê da alî lê hêvî dikim ev civînên serhêl berdewam bin û wê çaxê bêminetî biaxivim.



03.05.2021 01:59 | pîroz

3. tîma ku ez afaroz kirine :(
çima qey ez ne têde bûm ಥ_ಥ



03.05.2021 03:21 ~03:57 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» tîma tirşikê ya li hember pozbilindî û nijadperestî
» twitter li kurdî tê wergerandin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî