Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
pîrê bawer nekir mêr bike, li heftik û heştika digere - tirşik
pîrê bawer nekir mêr bike, li heftik û heştika digere
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çîrokek li ser vê biwêjê heye.. dibêjin li gundekî jinek feqîr û belengaz hebûye ew qas mişhet û mohtac bûye ku cil nebûye li xwe ke û derkeve ji derve.. rojekî dilê cîranekî bi jinika feqîr dişewite û diçe mala jinikê ji kevnikên xwe ji jinikê xwe re kirasekî didirû.. di ber dirûnê re jinika feqîr gazî cîrana xwe dike û dibêje kirasê min ne gulgulî be ez li xwe nakim haaaa..



05.10.2013 23:27 | endazer

2. Pîrê bawer nedikir mêr bike, mêr kir niha dawa malheyştekê dike.

Ji heyştan yek.

Mîrateya ji mêrekî mirî ku ji jina wî re dimîne(Ji heyşta yek e, ev par) di hinek hereman de malheyştek jî tê gotin.



05.10.2013 23:45 | dîno

3. (bnr: pîrê bawer nedikir mêr bike anha dawa zêr dike)

Çima pîrê ? çima mêr ? Qey mêrkirin tiştekî pirr zehmet e ? Qey jin mûxtacî mêraye ? Qey armanca jinan tenê mêrkirine ? Çima negotine " kalo bawer nedikir jin bike " ? Çima mêrkirin heye çima jin kirin tuneye ? Zayendperestî.......



16.09.2016 21:55 | biaqila malê

4. gotina hemwateya vê gotinêye; masî dîtiye li yê bê dasî digere, argoya wî jî

xoxa bi dest xistiye/dîtiye vêca li nektariyan digere, ne wisa bû lê bira wisabe *



17.09.2016 21:56 | shorbevan

5. Pîrê bawer nedikir ku mêr bike, lê ku wexta mêr kir heft tiran bi serhev kir.



30.12.2018 15:16 | jîndar

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîrê memire bihar tê, kero memire qîval tê
» bawer beyanî
» mêrên ku goninên xwe dikin gog ji bo leyîstika zarokên xwe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî