Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tewandina peyvên nêr - tirşik
tewandina peyvên nêr
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tewandina ku piraniya devokan bi awayekî temam pêk nayîne. heya niha min hew li badînan û êzdiyên şingalê dîtiye, lê dibe ku li xorasan û anatoliyaya navîn jî hebe.

mirov çawa dikare bizane peyvek nêr e?
divê peyv di ravekekê de bê bikaranîn. bo nimûne penêrê min, nanê min, destê min, bakurê kurdistanê, başûrê kurdistanê. wekî tê dîtin ravek bi ê-yê hatiye çêkirin loma ev peyv nêr in. ger bi a-yê bê çêkirin ê mê bin. bo nimûne sola min, pênûsa min, azadiya min, rojavaya kurdistanê, rojhilata kurdistanê.

divê mirov peyvên nêr çawa bitewîne?
çawa ku peyvên mê bi ê-yê ditewin wek boyaxa malê, xaniyê nesrînê, camên erebe; peyvên nêr jî bi î-yê ditewin wek lûtkeya girî, êşa dilî, taşta ehmedî.

ku di peyveka nêr de e yan jî a hebe
hingê du awayên tewangê hene, mirov dikare wek awayê jor bitewîne wek xweşiya mastî, teniya agirî, nîvê zimanî, ava çemî, çêja nanî; an jî dikare a û e-yê veguherîne ê-yê wek xweşiya mêst, ava çêm, çêja nên, teniya êgir, nîvê zimên. ev awa gelemperî di nav çend devokên bakur û rojavaya kurdistanê serdest e.

peyv kengî ditewin?
1) dema di ravekê de tê ravekirin. wek azadiya gelî, navê kurî, yekîneyên parastina gelî
2) dema bi daçekan re tê bikaranîn. wek di çemî de, li bakurî, bi kawa re, ji destî, bi dîwarî ve, ji serî de
3) dema di demên niha û bê de wek bireser bê bikaranîn. wek ez nanî dixwim, ez ê biçim gundî, ez hildikşim ser çiya
4) dema di demên borî de û bi lêkerên gerguhêz re wek kirde bê bikaranîn. wek merwanî ez azad kirim, çiya asman diqelaşt, zimanî ê xwe ji pîsiyan pak bikiraya



03.05.2021 14:31 ~2021.07.23 19:21 | keyomerd

2. Bavê min wan wextê ku behsa zemanê niha dikin ji zarokên nifşa nû ra jî dibêjin "zarê zemîn" (zarokên zeman/zemane). Xeynî vê, mînak gelek in: ziman-zimên. dev-dêv. Pez-pêz. Derî-dêrî. Welat-welêt. Qaf-qêf. Se-sê(kûçik). Genim-gênim. Ceh-cêh. Dest-dêst. Gawir-gêwir. Şeytan-şeytîn



18.11.2023 12:23 ~2023.11.23 16:51 | cezmîkurd

3. ew tewanga 'î' ye, carinan dikeve nava peyvê.

zarê zemanî - ditewe dibe - zarê zemên
nanê şivanî - ditewe dibe - nanê şivên
arê genimî - ditewe dibe - arê gênim
ava cehî - ditewe dibe - ava cê



19.11.2023 22:40 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tewandina peyva botan
» peyvên kilkirî
» nêrîngeh

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî