Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gerokên tirk li başûrê kurdistanê - tirşik
gerokên tirk li başûrê kurdistanê
(8) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. nizanim çima lê van rojan mişe bûne. vîdeoyên wan jî gelek tên darîkirin. bo nimûne ev vîdeo nîv milyon hatiye darîkirin:



tiştê min di vîdeoyan da dît, piraniya wan tirkî dizanin. lawik diçe ku ve yekî tirkîaxiv derdikeve. û ne hew soran badînî jî wa ne. dema dibêje ez ji tirkiyeyê hatime û ez tirk im her kes li dora wî dîn dibin. ji bo alîkariya wî bikin dikevin rêzê. tew yekî li dirêjahiya du vîdeoyan ew li her derên hewlêrê gerand. jixwe diçe ku ve xwarina wî belaş e. ciyê manê jî hezir e jixwe hezaran malên kurdên mejîşuştî û tirkhez li benda wî ne. tew dema yekî soran got ypg terorîst e rabûm min serê xwe li dîwaran xist. û zilam ji min baştir tirkî dipeyivî bi xwedê, ez hîn k-yan wek q bi lêv dikim ê wî ew wek tirkekî bajarî dipeyivî.

ev jî gerokekên din in:










encam:
wan gerokan têra xwe prîm bi dest xist.
encameka baş jî heye ku nijadperestiya bînerên van vîdeoyan ê kêm bibe.

herwa eger hûn dixwazin wan deran bibînin darî vîdeoyên vana nekin. gelek gerokên biyanî jî diçin wir. tenê li youtubeê iraqi kurdistan binivîsin ê gelek vîdeo werin pêşberî we.



03.05.2021 15:05 | keyomerd

2. Gerokên her tim dilê min diêşîni ne. Her tim dilgiran dibim lê dîsa jî temaşe dikim. Wek hîç tiştek nekirine, wek sed sale li kesên biyanî zilmê kirine ji wan hez dikin. Ger we bakur nedît ger we rojava nedît ger we geştîyarê ku li trabzonê hatin xistin nedît lê we gundiyen ku hatin kuştin li başûr ji aliyê tirkiyê jî we nedît?( bi pkk şer dikin qaşto lê gundiyan dikujin) Nabêjim li wan bidin bikujin nizam çi lê ewqas nabe mirov ewqas êşa welatê xwe nikare ji bîr bike.



03.05.2021 21:28 ~21:30 | navîgiranmezelîwêran

4. dibistanên tirk yên cemaeta fg, rêzefîlmên tirk û heyraniya kurdên başûr ji bo tirkan û çanda wan ev hersê faktor dema tên cem hev qedr û siyaneta ku gerokên tirk li başûr dibînin li kirasekî maqul hiltên. û tirkmenên li başûr jî divê mirov ji bîr neke. heyraniya kurdên başûr ya ji bo tirkan jî digihiije du sebeban ya sereke îro li seranserê dinyayê çavê hemû miletên rojhilatî ji ber ku paşdemayî ne li miletên rojavayî ne û ji ber ku ji wan pêşketîtir in, gerokên din yên biyanÎ wek îngilîz û frensî jî bi heman şêweyî tên pêşwazîkirin ji ber vê kompleks û çavlêkirinê. û ya duyê jî pkk ye ku çi berê dema şerê birakujiyê û çi niha li başûr bûye sebeba gelek alozî û nexweşiyan bêtir jî li devera behdînan hema bêje bi qasê gundên li bakur bi destê dewleta tirk hatine valakirin, gund li devera behdînan ji ber şerê pkkê û dewleta tirk û guvaşên pkkê ya li ser gundiyan hatine valakirin. gotinek heye dibêjin elewîtiya elewîyan ne ji ber hejêkirina elî ye ji ber kÎn û nefreta wan a ji bo emer e ev helwesta kurdên başûr ya ji bo kurdên bakur û tirkan jî biçekî ev mesele ye. û yek jî giyayê hewşê tehl e, li nav miletên rojhilata navîn bellkî dîsa ji ber kompleksa xwebiçûkdîtinê mêvanên biyanî ji yên nas bêtir qedrê wan tê girtin.
û kurdên başûr nizanim ne ji ber erdê li ser dijîn ne ji ber cîrantiya wan a bi ereban re ne tu gelaş in.
erê wextê xwe de gelek şer kirine lê ne bi xêra ewropa û amerîkayê bûya niha halê wan ji bakur xirabtir bû.



04.05.2021 14:13 | endazer

5. rexneyên derbarê xelkê başûr ser zanebûna zimanê tirkî ne raste. ziman zanîn him mirovan him jî cîvakan pêş de dibe ku gelê başûr him zimane wanê perwerde him jî yê rojane kurdî ye. piştî zimanê kurdî kîjan zimanî hîn bibin bo wan eva tiştek erênî ye.yanî başûr jî bila bêjin xelkê bakûr çima ferî zimanê erebî,farisî dibin felan bêvan..

a dûyemîn vîdeoyên ev gerok dikşînin ser kanalên wan mîlyonan tên temaşekirin ku wan vîdeoyan de her der ala rengîn xemilîye. kesen van videoyan ser dikin wextekî şunve ala ku dîbînîn diperijînin.ev vîdeoyan çikasî bêne temaşekirin ala me jî ewkas têt naskirin .yalê dagirkeran ve jî yalê cîhanê ve jî ...



04.05.2021 21:29 | golikvan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gerokên tirk li başûrê kurdistanê
» tirkbûna serokên kurd
» başûrê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: geruturistik jiyan geruturistik jiyan geruturistik jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî