Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


55 mijar û 104 peyam
zimannasên kurdî - tirşik
zimannasên kurdî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çend çewtiyên wan ez ê li vir rêz bikim.

peyvên zindî û zîrek farsî ne. z-ya farsî di kurmanciyê de dibe j, bo nimûne zen/jin, zindegî/jiyan, zîrek/jîr, zeng/jeng, zehir/jehr, zadan/jenîn, pazîrenden/pejirandin. îja nizanim kîjan jîrî/ê ev peyv tev li zimanî kirine.

hin peyvan bêhûde dadirêjin. bo nimûne gerstêrk ku jixwe di kurdî de hevwateyên wê exter û hesare hene, û pirsgirêk ku jixwe di kurdî de hevwateyên wê kêşe û arîşe hene, îja tu çima peyveka din dadirêjî? di nav kurdînûsên me de mixabin gerstêrk û pirsgirêka genî pir berbelav e lê axirkê li badînan hesare, kêşe û arîşeyê bi kar tînin. exter jî xwedê lê xistiye hatiye jibîrkirin.

hin peyvan ji tirkî rasterast werdigerînin. wek pêvajo ku ji süreç-a tirkî çêkirine û herwa pirsgirêk ku ew jî ji sorun-a tirkî hatiye çêkirin ku sorun jî ji meseleya erebî hatiye çêkirin ku ew jî sûalê tê. herwa qeyrana dilî ku ji kalp krizi hatiye wergerandin.

5 zarava û xwedê dizane çend devok hene lê li wan nakolin. hîn jî ji bo neyse-yê peyvek nedîtine, îja bê ka ji van devok û zaravayan ê çend "neyse" derketana. an jî peyveka ji devla pêvajoyê.

helbet bela (ji ber ku) saziyeka fermî tune ye karê wan ne hêsan e lê ev tenê ji bo ew a min dawîn nivîsî kêşe ye.



2021.05.03-16:04 ~2021.05.04 11:49]| keyomerd

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
geosmîn [1]
navê avêtiyên ku ji aliyê hin bakterî û kûmikan ve derdikevê holê ye. ...
karê herî nexweş yê dinyayê [3]
(bnr: eşêf)...
xwarinên cejnê [1]
birinc+ fasolî+goştê sewêl+ xweşav....ma ne bes e *...
xwarinên cejnê [2]
kêfxweş im ku piştî 7 sal 6 meh û 27 rojan dîsa hatim bin vê sernavê*...
xwarinên cejnê [1]
Tirşika fasolîya, birinc û goştê qimirandî şêranî jî piranî peqlewa...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimannasên kurdî
» kurdisches filmfestival berlin

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî