Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
projeya îsraîl a çandina dara - tirşik
projeya îsraîl a çandina dara

Navê mijarê ya ewil ev bû:projeya îsraîl ya çandina dara
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. projeyeke bo daristankirina îsraîlê hatiye çêkirin. derbarê vê projeyê de rastî nivîsek xweş ya îngîlîsî hatim lê ka bizanin çi tune? belê we pê derxist îngîlîsiya min tune*

lînka nivîsê ezê li jêr bidim. xêrxwazek îngîlîsîzan ji me re wê li kurdî wergerîne û li vir binivîsîne da ku em jî pê haydar bibin dê gelek baş be.


Here lînkê



03.05.2021 20:34 | tîrêj zana 21

2. ne ku yek projeya mezin e. encama xebatên 70 salî ye.

bi tenê çend welat di cîhanê de hene ku daristanên wan yên îro ji daristanên wan yên berî sed salan zêdetir be. ango her ku diçe daristan li her derên dinyayê kêm dibin, lê li israîl û çend welat ên din zêde bûne.

piştî 1948an xwedî li dar û daristanên heyî ya wê demê derketine. cureyên daran yên israîlê di bin bandora Derya Spî de ne. hejmar û cureyên daran tomar kirine. zagon û qayîdeyan danîne. rêxistinek ava kirine (Keren Kayemeth LeIsrael - KKL) da ku van hemû xebatan bimeşînin. çêrandina ajalan bi qayîdeyan ve girêdane. li ser birêvebirina avê xebitîne. ji bo ku av kêm e, teknolojîyên heyî (sîstema çilikandina avê û hwd.) bi kar anîne da ava wan ya heyî wer neçe.

heya îro 240 mîlyon dar danîne. di sala 1995an de yek master plan amade kirine. hê jî berdewam e. hem di bajaran de û hem jî erdên gundewarî de erdên ziwa û yên nîveziwa nexşe kirine. hewl didin ku bi demê re erdên ziwa bikin nîveziwa û yên nîveziwa jî biqulipînin seqaya asayî ya derya spî. ango hewl didin ku gav bi gav erdên xwe ji seqaya çolê xelas bikin. wê veguherînin şênahiya makî û daristanên derya spî.

teknolojî û hemû tiştên ku dizanin rêya welatên din jî didin. projeinan bi wan re saz dikin. reklama xwe jî dikin bi vî awayî. heya min jê fam kir, bi ser jî ketine. heta xwe pir jî neêşandine. forestation di demeke dirêj de pêkan e. ne ewqas zor e. ez dibêm bes nexebitîne jî, dikaribûn du qat bi ser ketana.



04.05.2021 03:34 ~04:03 | mirovekirind

3. belgefîlma the salt of the earthê xist bîra min. di vê belgefîlmê de mînakeke nuwaze hebû. bo ku kurd zanibin daristan ji nû ve çawa tên avakirin Here lînkê



04.05.2021 03:56 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» projeya statîkê
» çandina tene
» dara berrûyê

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî