Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
mêzîn - tirşik
mêzîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di kurmancî de tê du wateyan. yêk jê nêrîn e, a din amûreke ji bo pîvandina giranbûna tiştekî ye, ew tişt bi mêzînê tê wezinandin.

Û navê romana şems qemer e.
romaneke kin e lê ji xwendina wê re wext divê. ji ber ku di mêjî û dilê nivîskêr de mirov dihare û tê bi vê çûyîn û hatinê de weke mêzîna ku carê bi aliyekî ve giran bibe û ji aliyê din jî mêzîna du çavên li xwe. ji ber vê divê xwînêr bi baldarî bixwîne. Bi min Romaneke ne xerab e, nivîskar ji alî fikr û xeyalan de xwînêr baş diwestîne. Ji aliyê zimên ve kêmaniyê redaksiyonê pir henin lê zimanê nivîskêr baş e.

Li ser naveroka wê ez dikarim vê bêjim wexta min dixwend carna min tê de sadiq hîdayetî didît. Ji ber ku di "kundê kor"ê de kaosek di mejiyê nivîskêr de heye û bi zanebûn dixwaze xwînêr di beşa ewilî de texê nava wê tevliheviyê û ji bo di a dawî de bi ser bikeve, bi min Hîdayet vî tiştî pir baş bi cih tîne. Di "Mêzîn"ê de ez li hêviya vê serkeftinê mam mêzîn çû û hat ez jî pê re çû û hatim ez dikarim vê bêjim hêjayî xwendinê ye. Lê kaosek ne temambûyi ye ji bo min. Di vir de dibe ku wî jî ev tişt dixwest, nikarim jê re bikim kêmanî. Ji bo nivîskêr ev roman ceribandineke baş e û mizgîniya romanên baştir dide.

Piştî vê xwendinê ez ê li bendê bim bê ka çi dike.

Metnek ji romanê:

Çuqliyek darê hat bi hawarê.
Di nêrînê de hevpeyvînek bêpirs:
(-min xwest te hembêz bikim ji dil, lê te nexwest.
-na, ne ku min nexwest, mêjî dil sekinand. Nexwestina xwestinê. Mêzîna erê nayê. Ha vaye destê min li ser çuqliyê te.)

Dest çû ser çuqliyê darê û dilop hate xwarê.

Şems Qemer, mêzîn, R. 50, weşan na, çapa ewil 2016.



04.05.2021 11:49 | mefer

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêzîn

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarweje niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî